Li Norwêcê sê film hatine diyarkirnj ji bo werin pêşniyarkirin ji bo xelata Oscarê ya sala 2015´an. Sibe lijneya Oscarê ya Norwêcî wê biryarê bide ka kîjan filmê li ser navê welat pêşniyaz bike ji bo festîvalê.


Çîroka nameyekê

"Nameyek ji melik re" behsa pênc koçberan dike ku rê li wan hatiye vekirin ku ji wargeha penaberan derkevin û di nava berfbarînê de biçin Osloyê. Serhatî û çîrokên wan yên xweş, nexweş, viyan û tolvekirinê yên hatine wesfkirin di nameyekê de; Mîrzayê 80  salî ev name ji paşayê Neorwêcê re nivîsiye. Di vê nameyê de Mîrza behsa halê xwe dike ji paşê re, û dibêje ka çawa ew wek penaberekî dijî li Norwêcê û ka çawa divê vegere mala xwe piştî ku nûçeyê şehîdbûna kurê wî digihîjiyê. Ev kurê wî jî bûye qurbaniyê enfalê, qirkirina ku rejîma Sedam li dijî Kurdan bi rê ve biribû.
Fîlm ji aliyê "Fîlm Farms û kompaniya Zeman" ve hatiye berhemînan û senaryoya wî jî ya Hîşam Zeman û Mehmet Aktaş e. Dema filmê jî 75 deqîqe ne anku her yek ji pênc çîrokên bi hev ve girêdayî, bi tenê 15 deqîqeyan dirêj in.
Tevî ku film bi budceyeke kêm hatiye wênekirin jî, filmeke bi bandor û balkêş e. Lewma filmê heta niha  xelata ”Dragon” ya baştirîn film li festîvala Goteburg li Swêdê û herweha li festîvala filman a Norwêcî ya navneteweyî de jî du xelatên ”Amanda” (yek jê ya senaryoya herî baş) bidest xwe ve anîne. Filma ”Nameyek bo paşayî” di gelek festîvalên filman ên navneteweyî de yên weke ya Goteburg li Swêdê, ya Tiromso li Norwêcê, sînema Ewrûpî, Îdînberg, herweha festîvala ART film fest ya navneteweyî û Espo sînî, beşdarî kiriye. 

NAVENDA NÛÇEYAN