Di çalakiyên Pêncşema Reş ên li Peyas, Qoser, Nisêbîn, Cizîr, Wêranşar, Dêrik û Êlihe pêk hatin de girtin û binçavkirin hatin şermezarkirin.
PEYAS: Li navçeya Peyasê ya Amedê Çalakiya Pencşema Reş, di hefteya 105'an de dîsa wekî her hefteyê li ber avahiya Şaredariyê berdewam kir. Di çalakiyê de Mahmut Dag, Başkan Yardimcisi Îhsan Avci, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, Serokê Tum Bel-Sena Amedê Medeni Alpkaya, nûnerê ÎHD'ê yê herêmê Şevket Akdemir, Rêveberên Genel-Îş, endamên meclîsa şaredariyê jî di navde gelek kes amade bûn. Nûnerê Genel-Îşê Mehmet Şah Sarikaya, li ser navê komê daxuyanî da û diyar kir ku AKP hemû kesên ku li dijîwan difikere binçav dike û digire. Sarikaya, anî ziman ku di serdemên borî de gund dişewitandin û vala dikirin û mirov dikuştin, niha jî bi girtinan dixwazin gelê Kurd bêdeng bikin. Sarikaya, anî ziman ku bi van rêbazan pirsgireka Kurd nayê çareser kirin û tenê rêbaza çareseriyê diyaloga bi Kurdan re ye. Rêya çaresekiyê muzakereya bi Îmraliyê re ye.
QOSER: Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî bi heman armancê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiya ku li ber avahiya Şaredariya Qoserê pêk hat de Qekîla Şaredarê Qoserê Şerife Alp, endamên meclîsa şaredariyê, nûnerên KESK'ê û gelek kesên din tev li çalakiyê bûn. Li ser navê komê Nûnerê Genel-Îş'ê yê Herêmê Sadik Demîr, axivî û diyar kir ku cemate û hikûmeta AKP'ê li ser serê Kurdan bûne yek û biryara komkujiya Kurdan didin.
NISÊBÎN: Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê jî bi heman armancê çalakiya Pêncşema Reş hate lidarxistin. Di çalakiyê de Seroka BDP'a Nisêbinê Ayten Kahraman, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, endamên meclîsê, nunerên Tum-Bel Sen, Genel Îş Sû personelen şaredariye amade bûn. Di daxuyaniya vêhefteyê de serdegirtina mala Wekîlê Şaredara Nisêbînê Saliha Cabadak hate şermezarkirin. Koma ku li ber avahiya Şaredariyê kom bû girtin û binçavkirin şermezar kir. Li ser navê komê Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan axivî û binçavkirina Wekîla Şaredar Saliha Cabadak şermezar kir. Gokkan anî ziman ku polîsan bi saetan li mala Salîha Cabadak lêgerîn pêk anîye û piştî lêgerînê hevala wan binçav kiiye. Gokkan anî ziman ku heta niha 16 şaredarê wan girtî ne û bi sedan endamên wan ên meclîsê girtî ne.
DÊRIK: Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî Pêncşema Reş hate şermezar kirin. Endam û rêveberên BDP'ê, Wekîlên şaredar û endamen meclîsa şaredariyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. 
ÊLIH: Li Êlihê jî endamên meclîsê, wekilê Şaredar Serhat Temel, personelên şaredariye û nûnerên saziyên sivîl ên cvakî li ber avahiya Şaredariya Êlihê kom bûn û çalakî pêk anîn. Komê dîsa wêneyê Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay vekirin û gotin "Bila Vîna me serbest bê berdan" Serokê Genel Îşê yê Êlihê Murat Akin, anî ziman ku ev operasyon di şexsê şaredar Nejdet Atalay û şaredarên din de li dijî vîna gel û hilbijêran pêk tê û operasyon şerezar kirin.
Piştî daxuyaniyê komê çalakiya rûniştinê pêk anî.

NAVENDA NÛÇEYAN