Di kampanyaya HDK´ê de ji Kurdistan, Tirkiye û ji gelên mîna Suryanî, Ermenî, Çerkes, Laz û ji baweriyên cihêreng yên wek Mesihî, Elewî û Êzîdiyan 58 sazî û rêxistin beşdar dibin. Ev 58 rêxistin ji Ewrûpayê heta Awusturalyayê li gelek deverên cîhanê xwedî hêz û rêxistin in. 

Di civîna çapameniyê ya li paytexta Elmanya Berlînê de hevseroka HDK´ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, ji partiya Çep a Elman (Die Linke) Tobias Pflûger, endama Parlamena Eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemîr, Alexis Kalk, hevserokê KCDK yê Yûksel Koç, hevseroka NAVDEM ê Fatoş Goksungur, nivîskarê rojnameya me Selîm Ferat û ji Civaka Azad Songûl Karabulut beşdar bûn. Herwisa di civînê de hevpeymanên HDK ê yên li Berlînê jî amade bûn.

Civîna çapameniyê ya HDK´ê saet di 10.30´î de li navenda Haus Der Demokratie und Menschenrecht ya li Greiswalder Str 4´ê dest pê kir. Civîn ji aliyê parlamenter Cansu Ozdemir ve hat birêvebirin. Alexis Kalk behsa proje û rêxistinbûna HDK´ê kir û koka HDK´ê heta bi koçkirina siyasiyên ji dema cuntaya 12´ê Îlonê dirêj kir.  Alexis Kalk her wisa da zanîn ku îmzeyên heta niha komkirine ji 2500´î bihûrîne. 


'Divê hikûmetên Ewrûpayê helwestên xwe biguherînin'

Hevseroka HDK´ê Gulistan Kiliç Koçyigit qala pêvajoya salekê ya şer û terora derîmirovî ya dewleta Tirk kir û got, "Xwestin bi wê terora derîmirovî peyam bi milyonan bigihînin, xwestin tirs û sawdariyê têxin dilê gelan, lê em jî bi têkoşîna xwe li ser lingan in, gelê me da nîşan ku dewlet bi tank, top û balafiran jî bi ser nakeve. Lê em bi cîhaneke ker û lal, bi Ewrûpayeke durû û di nav têkiliyên kirêt re rûbirû ne. Ji ber vê jî em li tevahiya Ewrûpayê kampanyayeke berfireh didin destpêkirin."

Koçyîgît diyar kir ku her Kurd li Kurdistan û Tirkiyeyê dipirse, "Ma Ewrûpa nabîne ku ev salek e li Kurdistanê derketina derve qedexe ye, ma nabîne ku mirov tên kuştin, cesed li kolanan dirizin, ma nabîne ku mirov bi saxî tên sotin, belê dibîne, lê ew di nav têkiliyên kirêt de ne, ew di hewldana rêlibergirtina penaberan de ne." 


Koç: Em ê zextê li dewletên Ewrûpayê bikin 

Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç jî got, "Em ê bi vê kampanyayê zextê li hikûmetên Ewrûpayê bikin da ku dev ji têkiliyên qirêj û li dijî mafên mirovan yên bi dewleta Tirk re berdin. Li hemberî şerê qirêj û terora dewletê, em jî li gel pêkhateyên HDK´ê û gelên li Ewrûpayê beşdarî vê kampanyaya berfireh dibin. Niha me li her deverê koordînasyon amade kirine, di heman demê de em ê xebatên avakirina meclîsên bajaran yên HDK´ê pêk bînin. Kampanya wê heta dawiya îlonê dewam bike. Li her paytexta Ewrûpayê jî ev îmze wê ji bo aliyên muxateb bêne pêşkêşkirin. 

Ji Partiya Çep a Elman Tobias Pfluger jî di axaftina xwe de diyar kir ku wek partî heta niha ew tim li gel xebatên bi vî rengî û têkoşîna rewa ya gelê Kurd bûne û ew ê di vê kampanyayê de jî bi awayekî aktîf beşdar bibin.


YEKO ARDIL/BERLIN