Yawer di civîneke rojnamegeriyê de li Birêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Ragihandinê li wezareta pêşmerge, got, “Îro (16.8.11) me li bajarê Kerkûkê civîneke hevbeş a Komîsyona Karê Hevahengiyê ya di navbera cîgirê fermandarê hêzên Amerîkayê, berpirsên wezareta navxwe ya Iraq ê û wezareta pêşmerge de saz kir.”
Yawer got, “Di civînê de wezareta pêşmerge daxwazeke 7 xalî pêşkêşî herdu aliyên iraqî û amerîkî kir ku me tê de daxwaz kir ku lîvaya 3ê ya Germiyanê bi hevbeşiya digel lîvaya 4ê ya fîrqeya 1ê ya artêşa Iraqê operasyonên leşkerî pêk bîne.”
Berdevkê wezareta pêşmerge da zanîn ku wan di civînê de amara rêjeya kurdan li navçeyên Sadiye, Celawle, Qeretepe, Mendelî ya di sala 2003an de digel rêjeya niha ya kurdan aşkere kiriye û ji 555 kesên ku ji aliyê terorîstan ve li van navçeyan hatine kuştin, 423 kes kurd in.
Yawer got, “Yek ji daxwazên me yên din jî, bi resmî birina hêzên pêşmerge bo navçeyên Celawle, Mendelî, Sadiye û Qeretepeyê ye, eger di dahatiyê de rê bi me nehate dayîn emê yekaliyane hêzên pêşmerge bibin wan navçeyan.”
Navborî aşkere kir ku bi rezamendiya resmî ya hêzên iraqî û amerîkî, ji roja 17ê tebaxê ve hêzên pêşmerge dê bi lîvaya 3ê digel lîvaya 4ê ya artêşa Iraqê beşdarî operasyonên leşkerî yên hevbeş bibin û îro fermandarên herdu lîvayan dê bicivin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Berhem Ehmed Salih jî di daxuyaniyekê de diltengiya xwe li hemberî rûdanên li navçeyên Celawla û Sadiyeyê derbirî û got; “Rûdanên Celawla û Sediyê cîhê diltengiyê ye, kurd li hemberî wan rûdanan bêdeng nabin di demekê de ku serdema jinavbirina etnîkî bi ser çûye û li Iraqa nû de ew yek nayê qebûlkirin. Em li hemberî van rûdanan destgirêdayî namînin”.

Kadroyê YNK’ê di êrişê de jiyana xwe ji dest da
Li bajaroka Celûlayê kadroyekî pêşeng ê YNK’ê di encama êrişeke bombayî de jiyana xwe ji dest da.
Li gor nûçeya Pukmediayê, pêr saet 20.00, kadroyê YNK’ê yê bi navê Ehmed Mihmed Emîn di encama êrişeke bombeyî de li Celûlayê jiyana xwe ji dest da. Li gor nûçeyê Mihemed Emîn kadroyeke aktîf û çalak ê YNK’ê bû.

Berpirsê rêxistina YNK’ê ya bajarokê Serçil Awnî ragihand ku piştî ku Mihemed Emîn ji ser kar diçû malê di rê de li rastî êrişek bombeyî hatiye û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

HEWLÊR/SILÊMANÎ