Lijeneya Duvçûna Pirojeya Reformê (LDPR) ya Serokatiya Herêma Kurdistanê di 19'ê meha Gulana 2011'an ji aliyê Mesûd Barzanî ve hat avakirin. LDPR ji 18 kesên bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dûhokê pêk tê. Ev lijne piştî 11 meh xebtîn raporek 34 rûpelî têlikdarî nelirêtiyan (gendelî) a li Herêma Kurdistanê weşand. LDPR'ê da zanîn ku li herêma Kurdistanê nelirêtî ya îdarî û ekonomî gehiştibû astekê ku narihetî ji bo herkes çêkiribû. Lê pêngavên piratîk ji bo seknîn li dijî vê yekê nebûye".

15 cûreyên nelirêtiyê
Lijeneya Duvçûna Pirojeya Reformê (LDPR) behsa 15 aliyên cureyên ya Îdarî, Ekonomî, Tendrûstî kiriye. Di warên Tendirûstî, derman, Mûsatehe, rotîn, tender, weberhênan, butce, mafê mirov û petrol kiriye. LDPR'ê di rapora diyar kir ku 174 fayîlên têkeldarî nelirêtî ku serokatiya herêmê radestî wan kiribû 110 fayîl lêkolîn liser wan tewaw bûye û yên din jî lêkolîn liser wan tên kirin. LDPR'ê da zanîn ku di encama lêkolînan de biryar hat dayîn ku 53 kes radestî dozgera giştî bên kirin, 95 kesên din jî tûmeta kêmasîkirinê liser wan heye... LDPR'ê destnîşan kir ku hatiye xwestin dezgeha çavdêrî û dozgera giştî ya Herêma Kurdistanê û Lejneya Paqijî (nezahet) bên çalak kirin. Amadekariya nivîsandina pirojeya 'setratijiya çaksazî' têkirin.

Tendirûstî û nelirêtî
LDPR'ê diyar kiriye ku di warê 'derman û tendirustî'de bi awayek zor dermanê saxte û dermanên ku demê wan derbas buye(êkispayer) û xirab anîne herêmê. Ji bo berjewendiyê hin bazirgnan bi parek zor derman ji boyî dezgehên tendirustî ya Herêma Kurdiatanê hatiye kirin. Wezareta tendirustî ya herêma Kurdistanê jî bi 'kemxem' sucdar kiriye.

Îhale pêk nayên 
LDPR'ê dibêje ku di warê ev zeviyên ku ji bo pirojeyên berhênan bi awayê setratijîk û dem dirêj, çênabe ku kirîn û firotin anjî tapokirin bi zeviyiyê hikumî bê kirin, nelirêtiya hebûye. Li hersê bajarên Hewlêr, Dûhok û Silêmaniyê zeviyên pirojeyên berhênanê bêyî munafese dane hin aliyan. Zeviyên 'musatehe' hatine tapokirin, kirîn û firotin bi van zeviyan hatiye kirin. 'LDPR'ê aşkera kiriye ku 597 muhameleyên bivî rengî hatine qeyîd kirin û 397 piroje hatine betal kirin û 201 pirojeyên din jî lêkolîn liser wan di dome.
Ev yek ji hatiye gotin ku diwarê wezîfeya giştî û guhartinên îdarî de hejmarek zor ji xelk bêyî liberçavgirtina pisporî û pêwîstiyê hatine damezrandin. Di vê warê jî de 98 kes ji kar hatine dûrxistin.
Li Herêma Kurdistanê dû Dezgehên Çavdêriya Aboriyê hene. Yek girêdrayî deshilata Hewlêrê ( PDK) û ya din jî girêdayî deshilata Silêmaniyê (YNK)'ê ye. Serokatiya Herêmê hebûna van dû Dezgehên Çavdêriya Aborî bi hokara nelirêtiyê daye zanîn. Serokatiya herêma Kurdiatanê daxwaz kiriye ku lijneya Nezahet (paqijî) bê pêkanîn. Ev yek jî di demekê deye ku li Perlemantoya Herêma Kurdistanê de 'Lijneya Nezahet' heye.

Beşa Tender û gendelî
LDPR'ê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê beşa tenderan (îhale) wek beşa herî ne zelal daye diyar kirin.
'LDPR'ê di raporê de dibêje: "Piraniya tenderên mezin yên taybet bi pirojeyên setratijîk li Serokatiya Encûmenê Wezîran ve bi rêya Dû fermangehan bi awayek ne zelal û dûrî pîvanan pêkhatine. Gelek ji rayedar û berpirsên partiyan û Hikumetê ku şîrketê wan bixwe heye tender ji boyî xwe ve qetandine".
Rapora Serokê Herêma Kurdistanê behsa vê yekê jî dike ku bi navê çêkirina xaniyan ji bo nîştecîh bûna hawlatiyan vela û apartimanên mezin hatine çêkirin ku hewlatî yên feqîr nikarin bibin xwedî mal û van xaniyan bikirin.

Çandinî û gendelî
LDPR'ê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, daye diyar kirn ku giringîdan bi warê kiştûkal (zîrhat) karpênayê kirin. Çandinî li herêma Kurdistanê de her roj ber bi paşve diçe. 'LDPR'ê Wezareta Zirhatê ya Herêma Kurdistanê wek sûcdar daye diyar kirin û dibêje: " zirarê herî mezin dane zeviyên zirhat û samana giştî ya welêt".
LDPR'ê di raporê de daye destnîşan kirin ku piroje, xebat û tender û gelek aliyên din a jiyanê ji aliyê hin kes û derdorav ve hatine îtîkar kirin û ev yek jî zirar daye herêma Kurdistanê.

Petrol û gendelî

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di raporê xwe ya girêdayî bêdadî û reformê yên li herêmê Wezareta Petrolê ya Herêma Kurdistanê û firotina petrolê bi aliyê herî na zelal û nelirêtî wesif kiriye.
Di dawiya raporê de tê gotin ku LDPR'ê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê bi alîkariya serokatiya dîwana Serokê Herêmê bi amanca dawîanîn li kiryarên ne dirêde, wê di rojên pêş de pirojeyek setratijîk ji bo reformê binisînin. 


SERBAZ SIYAMEND - DÎHA/HEWLÊR