Raportorê Tirkiyeyê yê MPKE Josette Durrieu beriya vê jî dabû diyarkirin ku, di raporê de têgehên weke “PKK rêxistina terorê” cih digirt, lê belê nîqaşên ku beriya niha di MPKE’ê yê de hatin kirin, liser pênasekirina “terror çiye” li hev nekirine û destnîşan kiribû ku bikaranîna têgeha “PKK rêxistina terorê” dê nêzîkatiyek bê alî û notr nebe.
Durrieu da diyarkirin ku, di biryarnameya raporê de li şûna “PKK rêxistina terorê” Rêber Birêz Ocalan” û ji bo PKK’yiyên derdikevin dervey sînor jî “Çalakvanên PKK’ê (activist) bêne bikaranîn dê hîn baştir be. Piştî nîqaşên ku hatin kirin, dema ku derbazî dengdanê bû madeya bê guhertin ya mijara gotinê, ji 161 dengan 150 deng girtin û hate qebûl kirin.
'Pêwîste YE'yê PKK’ê ji lîsteyê derxîne'
Endamê Partiya Çep yê Almanyayê û MPKE’yê Andrej Hunko biryar bikeyfxweşî pêşwazî kir û balkişand ku lijne netenê dixwaze nêzî deh hezaran girtiyên Kurd yên di girtîgehê bêne serbest berdan, di heman demê de piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê ya di navbera Ocalan û hikumeta Tirkiyeyê de jî. Hunko da zanîn ku, di rûniştina pêr ya MPKE’yê de nîşanda ku ew alîgirê çareseriyekî mîna Îrlanda û Başûrê Afrîkayê ne û têkildarî PKK’ê jî ev tişt gotin: “PKK aliyek yê muzakereyane. Ji ber vê çendê ji bo PKK’ê rakirina danasîna terorê ji aliyê MPKE’yê ve pir girîng bû. Pêwîste di demek kurt de Yeketiya Ewropayê jî PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxîne û Almanya jî qedexeya li ser PKK’ê rake. Pêngavek bi vî awayî hem dê dawî li polîtîkayên redkirin û krîmînalîze kirina Kurdên li Ewropayê jiyan dikin bîne, hem jî dê çareseriya li Tirkiyeyê leztir bike.” n
ANF/BERLÎN