Rojnameya El-Heyat ya Erebî ragehand ku gelek çavkaniyan tekez kirine kû DBK dê bi şandek serbixwe beşdarî Civîna Dûwem ya Cenevre bibe û wê di bin serokatiya Hevserokê Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim de beşdarî civinê bibe. Têkildarî mijarê rayedarek Kurd ji rojnameya El-Heyatê wiha gotiye: "Cîgirê Wezirê Derve yê Rûsya Bogdanov ji şandeya Kurd re tekez kiriye kû Kurd beşek mezin ji gelên Suryê ne û jibo vê jî beşek mezinin ji çareseriya siyasî re."
HEWLÊR