Dr. Şîlan Talabanî derbarê peyama Ocalan de ji RojNewsê re axivî û wiha got: “Ya yekemîn ewe ku Ocalan gelek bi serkeftî tevdigere. Ew jî tê wê wateyê ku kurd aştî û jiyanê dixwazin. Tevî ku ev ne cara yekemîne kurd daxwaza aştiyê dikin, belkî timî aştîxwazin. Lewra wateya wê peyamê ewe ku di heman demê de hewl hatiye dayîn ku destên derve li ser pêvajoyê bên dûrxistin. Ango Ocalan di wê peyamê de hemû alî xistine ber çavan, bi awayekî serkeftî temaşeyî vê qonaxê dike û şîrove dike.”Mamostaya Zanîngeha Silêmaniyê di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Xaleke din a giring ya peyama Ocalan ewe ku bi taybet kurd li başûr û rojavayê Kurdistanê li hemberî hêzekî tarî û hov a wekî DAIŞ’ê şer dikin. Kurdan îspat kirin ku bi qehremanî liberxwe didin û ya li Kobanê mînaka herî mezine. Ev wê yekê nîşan dide ku kurd dibêjin, em dikarin berxwedanekî herî bihêz bimeşînin û me ew hêz heye. “
KARÛX REWANDİZÎ/ROJNEWS/SILÊMANÎ