Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der heqê qonaxa duyemîn de nameyek pêşniyaran a ji heft-heşt sernavan pêk tê, radestî şandeya dewletê kiriye. Demîrtaş diyar kir ku Ocalan pêşniyarên, guhertina qanûnî û destûra bingehîn, komîsyonên hiqûq û azadiya jinê pêşniyar kiriye.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş der heqê hevdîtina roja Duşemê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, ji nûçegîhana rojnameya Mîlliyetê Serpîl Çevîkcan re axivî. Li gorî nivîsa Çevîkcan, Demîrtaş anî ziman ku ji bo careke din şer rû nede wan hewldaneke bêhempa nîşan dane û rîska vê ya siyasî jî gelekî mezin bû.
Demîrtaş wiha got: "Qonaxa duyemîn, ji gavên hikûmetê yên pêşîvekirina li riyên siyaseta demokratîk pêk tê. Gava me hefteyek, deh rojên dawî û bûyerên Gezî nirxandin, pratîka hikûmetê me xist nava gumanan. Ziman û daxuyaniyên berdevkên hikûmetê û serokwezîr, nêzîkatiya li bûyerên Gezî, helwesta polîsan a li dijî jin, ciwan û zarokên li kolanan, helwesta dadgeriyê, biryara dadgehê ya li ser komkujiya Roboskê, cezakirina malbatên Roboskê bi pereyan, bernedana girtiyên ji doza KCK'ê yên dema xwe ya girtinê temam kirine, çêkirina qereqolan, zêdekirina hejmara cerdevanan. Di demeke ku divê hikûmet gavan biavêje, ji nişka ve rûyê xwe yê hişk û otorîter nîşanî raya giştî da.”

‘Rewşeke çûn-hatinê rû da'

Demîrtaş ragihand ku di pêvajoyê re rewşeke çûn-hatinê rû da û ev tişt got "Me 10-15 rojên gelekî tengav li dû xwe hiştin. Hindik mabû pêvajo ji holê rabe, lê me ev rewş nîşanî raya giştî nedan. Lê hevdîtina me ya dawî bi birêz Ocalan re û peyamên hikûmetê yên divê di vê hefteyê de bidin, dibe ku qonaxa duyemîn a pêvajoyê komî ser hev bike. Wer xuya dike.” Demîrtaş hevdîtina bi Ocalan re nirxand û diyar kir ku Ocalan der heqê qonaxa duyemîn de nameyek pêşniyaran a ji heft-heşt sernavan pêk tê, radestî rayedarên dewletê kiriye. Demîrtaş der heqê van heft - heyşt sernavan de ev agahî da: “Guhertinên qanûnî û destûra bingehîn, der heqê azadiya jinê de dikare komîsyonek bê avakirin, di mijarên derveyî parlamentê, mijarên sosyoekonomîk, pirsgirêkên ewlekariyê, sivîlbûyîna civakê de dikare komîsyonek ava bike. Komîsyona Ekolojî, hiqûqê dikare bê avakirin. Ya girîng, divê ev kar li derve bi zelalî were nîqaşkirin. Pêwîste hikûmet hin guhertinan bike ku van nîqaşên li derve li ber çavan bigire.” Demîrtaş ragihand ku ji destpêka berxwedana Parka Gezî û vir ve qonaxeke bi rîsk hatiye jiyîn û destnîşan kir ku ne nêzîkatiya kolanan, lê ya hikûmetê zor daye pêvajoyê.
Demîrtaş diyar kir ku ji destpêka pêvajoyê ve gelek caran destûra operasyonên leşkerî hatiye xwestin, lê hikûmetê bi riya Waliyan destûr nedaye û destnîşan kir ku Ocalan ji bo rêveçûna vê pêvajoyê rewşeke qanûnî dixwaze. Demîrtaş wiha got: "Birêz Ocalan bi biryardarî dibêje, 'divê ev kar bi qanûnan bên meşandin. Rewşeke qanûnî gelekî girîng e'. Gava gotûbêj tê kirin ku divê ev mijar bikeve rojeva parlamentê yan qanûn bên derxistin, Serokwezîr dibêje 'temînat ez bi xwe me'. Ev tiştekî şaş e. Ji ber ku demdirêjiya vî karî bi ewlekariya qanûn û destûra bingehîn dibe." Demîrtaş ragihand ku Ocalan naxwaze pêvajo têk biçe û ev tişt got: “Eger hikûmet gavan ne avêje, zehmete Ocalan bandora xwe li pêvajoyê dewam bike. Ji ber vê yekê timî hişyariyan dide, gava hikûmet dihilkume jî, hêrs dibe.”

Mercên Ocalan
Demîrtaş diyar kir ku destûra bingehîn karekî zor e û pêşniyar kir ku di destpêkê de dikare destûra bingehîn a dema navberê bê amadekirin. Demîrtaş anî ziman ku ji bo qanûnên lezgîn derxîne, parlament dikare bêyî bikeve betlaneyê bicive.
Demîrtaş ragihand ku di mijara başkirina mercên Ocalan tê ragirtin de hin hewldan hene û anî ziman ku: "Malbata wî, wê êdî karibe bi awayekî rêk û pêk biçe Giravê. Şandeyên me wê ji 15 rojan carekê biçin. Derfeta hevdîtina bi parêzeran re wê destpê bike. Şertên fîzîkî girîngtire. Em dizanin ku hucreya wî gelekî teng e. Hucreyek li gorî hikumxwarên di tecrîdê de ne. Divê ev were guhertin. Li Îmraliyê ji xwe koxûşên mezin ên berê hene. Dibe ku derbasî yek ji wan bibe.” Demîrtaş da xuyakirin ku divê guhertinên qanûnî yên li ser pêvajoyê heta meha Mijdarê temam bibin û destnîşan kir ku mûxatabê qonaxa duyemîn BDP ye. Demîrtaş ragihand ku Ocalan di vê mijarê de gotiye; "Mûxatabê qonaxa duyemîn BDP ye. Hûn bi hukûmetê re mûxatab in, hûnê vî karî dewam bikin.”

ANF/STENBOL