Kamûran Mentik ji ajansa RojNews re axivî û da zanîn ku Başûrê Kurdistanê tenê ji aliyê siyasî ve di kirîzê de nîne, di warê aborî û civakî de jî di kirîzê de ye. 

Li gorî Mentik, peywendiyên Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê ne di çarçoveyeke herêmî de ne û weha peyivî: "Hevsengî di vê peywendiyê de nîne. Ji bo wê jî nakeve çarçoveya peywendiyeke siyasî. Di hundir de jî herçend beşek zêde ya aboriyê di destê PDK’ê de ye, lê belê beşa YNK’ê jî ji wê kêmtir nîne. Ji ber wê jî çiqasî PDK di vê demê de tawanbar be, partiyên din jî tawanbar in û berpirsyar in."

 

Li dijî Rojava PDK bi wekaleta Tirkiyeyê radibe

Kamûran Mentik li ser girtina deriyê Sêmalka û sedema wê de jî îşaret bi wê yekê kir ku Rojavayê Kurdistanê bi avakirinê re mijûl e û weha dewam kir: "Lê belê PDK bi wekaleta Tirkiyeyê şerê Rojava dike. Bi awayekî Tirkiyê, PDK neçarî vî şerî kiriye. Hemû hewldan ew e ku Kurdan li Rojava bikin du parçe. Tişta ku li vir bi şerê di navbera YNK û PDK’ê de kirin, dixwazin li Rojava jî heman senaryoyê dubare bikin. Ji ber ku destketiyên li Rojava, Tirkiye tirsandine." 


Alternatîfbûna fermandariya Kurdan ji bo Reqa

Der barê operasyona rizgarkirina Reqayê de jî Kamuran Mentik diyar kir ku Operasyona Reqayê di çarçoveya parastina sînorên Rojava bi Tirkiyê re ye weha peyivî: “Operasyona Rizgarkirina Reqayê bi fermandariya Kurdan li hember hêzên Tirkiyê ye. Roj bi roj prestîja Tirkiyê ya navnetewî lawaz dibe. Li şûna wê pozisyona Kurdan bihêztir dibe. Di warê leşkerî de jî wê operasyona Reqayê bandorê li ser operasyona Mûsilê jî bike. Bi vî awayî wê bandorê li ser Tirkiyeyê û PDK’ê jî bike.”

Mamamosteyê zanîngeha Selahedînê Kamûran Mentik bal kişand ser helwêsta opozisyona Sûriyeyê li hemberî Kurdan û got, "gelekî ji ya çeteyan û rejîma Sûriyayê xirabtir e. Naxwazin mafê Kurdan bi fermî nas bikin. Li Stenbolê civîna xwe lidar dixin, dixwazin ku ji ezmûnên li Rojava re pirsgirêkan derxin û astengiyan daynin." 


 ROJNEWS/HEWLÊR