Li dijî Civîna G20 a ku wê di 7-8’ê Tîrmehê de li Hambûrg a Elmanyayê li dar bikeve, ‘Civîna Alternatîf’ a 70 saziyan doh dest pê kir. Sînem Muhammed di civînê de got, "Em di bin ronahiya fikrên modernîteya demokratîk de pergalekê ava dikin".

Civîna G20 a ku Emerîka, Çîn, Rûsya û Elmanyayê jî vedihewîne, îsal wê li Elmanyayê li dar bikeve. Li dijî vê civîna ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan û gelek dîktatorên cîhanê beşdar bibin, bi hezaran kesên çepgir û demokrat li Hambûrgê dest bi protestoyan kir. Ev protesto bi hevkariya bi dehan saziyan tên organîzekirin. Yek ji van çalakiyan jî Civîna Alternatîf e ku 70 sazî beşdarî dibin ku NAV-DEM jî di nav wan de ye.

Hevseroka Meclîsa Gel a Rojava Sînem Mûhammed pêr beşdarî semînerekê bû û qala pergala Rojava kir. Muhammed diyar kir ku li hemberî krîz û kaosan, ew jiyanên alternatîf ava dikin û wiha peyivî: “Ji ber modernîteya kapîtalîst îro birçîbûn, kaos û şer hene. Em di bin ronahiya fikrên modernîteya demokratîk de pergalekê ava dikin û şoreşeke siyasî, civakî û ekonomîk pêk tînin.”

Moderatorê panelê Ûlrîch Brand pirsî, “Gelo hûn îlhama xwe ji çi digirin” û Mûhammed bersiv da û got, “Perspektîfên modernîteya demokratîk ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji me re dibin îlham.”

Sînem Mûhammed piştre jî pirsên rojnamevanan bersivandin û got, “Erdogan heta niha piştgirî dida DAIŞ’ê û niha jî dixwaze êrîşî Efrînê bike. Em li dijî vê tiştê ne. Em ji raya giştî dixwazin ku piştgiriya me bike û li dijî Erdogan derkeve.” 


Bi 100 hezar mirovî çalakî 

Meşa mezin a ku 70 sazî organîze dikin ku NAV-DEM jî tê de ye wê roja şemiyê were lidarxistin. Tê payîn ku 100 hezar mirov beşdarî vê meşê bibin.


Cihê Erdogan dadgeh e

Ji Komîteya Amadekar a Civîna Alternatîf, Nûnerê NAV-DEM’ê Yavûs Fersoglû got, “Modela Rojava ya di Civîna Alternatîf de bala mirovên li vê derê dikişîne û mirov li vê derê nîqaş dikin.” Fersoglû îşaret bi nerazîbûna hatina Erdogan kir û got, “Cihê Serokkomarê Tirk Erdogan ne Hambûrg e, dadgeha navneteweyî ye. Divê ji ber sûcê hilweşandina bajarên Kurdan were darizandin. Divê kesên demokrat beşdarî meşê bibin û di serî de Erdogan, divê nûnerên van pergalan werin protestokirin.” 


 ANF/HAMBURG