Di dewreya bi navê Dewreya Şehîd Êzdîn Brahîm de endamên Meclîsa Avaker a Şengalê, TEVDA, Xizmetgûzarî, Rêveberiyên Kampa Newrozê û hwd. tevlî bûn. Di perwerdeyê de waneyên siyasî, bîrdozî, dîroka Êzîdî û Kurdistanê hatin dayîn.
Di dawiya perwerdeyê de civînek hat lidarxistin. Di civînê de Endamê Meclîsa Avaker a Şengalê Heso Brahîm girîngî û bandora perwerdeyê weha anî ziman: "Em bi vê perwerdeyê gihiştin wê baweriyê ku êdî em dikarin gelê xwe bi rê ve bibin, wan perwerde bikin. Êdî pêwîstiya me bi kesekî tine ku were vê derê û perwerdeyê bide me. Em gihiştin asta perwerdekirin û zanakirina gelê xwe."
Brahîm bal kişand ser qelsiya yekîtiya wan a beriya niha û got, "Bi vê perwerdeyê me girîngî û yekbûna Êzîdiyan baştir fehm kir. Perwerde, bersiva fermanê ye."
Heso Brahîm di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev perwerde û akademî wê vekirî be û got, "Ji bo ku em karibin endam, xebatkarên saziyên Êzîdîxanê zana bikin, pêwîst e dewreyên perwerdeyê bidomin."
RIZGAR DENÎZ/ANF/ŞENGAL