Encamnameya civîna Meclîsa BDP'ê ya di navbera 26-27'ê sibatê de li Navenda Giştî ya BDP'ê pêk hat hate aşkerakirin. Di encamnameyê de hate gotin, “Ev pêvajo me bi destên xwe qazanc kir" Di civînê de ligel hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêktên plansaziya 8'ê Adarê û Newrozê jî hate nîqaşkirin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku di civînê de hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatin kirin hatin vegotin û wiha hate gotin: "Asta îro hatinê çîrançepekî dîrokî ye. Bêvajoya Birêz Ocalan daye destpêkirin, hevdîtinên 5 mehin bi rayedarên dewletê re hevdîtin tên kirin, piştî heyata BDP'ê hevdîtin pêk hatî ji partiya me, KCK û Ewropayê re nameyên hatin şandin bi tena serê xwe dîrokî ye. Di dîroka komarê de yekemîn car e dewlet ewqas bi serokekî Kurdan re hevdîtinên berfireh pêk tîne. Em vê pêvajoya dîrok bêguman di serî de bi saya gel, hemû kesên ji bo azadiya gelê Kurd têkoşînê didin û Birêz Ocalan ê ku bi salane di hucreyê de bi tena serê xwe berxwedide dijîn. 14 salin ji bo azadî, ewlehî û tenduristiya Birêz Ocalan li her qadê me têkoşîn da meşandin û herî dawî berxwedana girtiyan a çalakiya greva birçîbûnê tenê tecrîda Îmraliyê perçe nekir Birêz Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd kir muhatap."


‘Rola Ocalan nayê nîqaşkirin'

Di encamnameyê de hate bilêvkirin ku pêvajoyekî gelê Kurd mafên xwe bi dest bixin û azad bijîn dijîn û wiha hate destnîşankirin: "Di serdema Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizayankirin Kurd aktorekî gelek girîng in. Rola Birêz Ocalan a ku Kurd bî tevahî ber bi azadiyê ve dimeşin nayê nîqaşkirin. Nêzîkahiya Birêz Ocalan a li hemberî hemû gelan a wekhev, azad û demokratîk tenê ji bo gelê Kurd na ji bo gelê Tirk û hemû gelên Rojhilata Navîn girîng e. Geşedanên Rojava nîşaneya vê yekê ne. Li Suriyeyê ligel li her alî pevçûn pêk tên li herêma Kurd lê dijîn bi gelên din re bi awayekî demokratîk û azadî jiyanek pêk tên."

'Hevdîtin çareserî nîne destpêk e'

Di encamnameyê de girîngiya têkoşînê hate vegotin û demokrasî û azadî ji aliyê tu kesî ve nayên pêşkêşkirin û wiha hate gotin: “Hevdîtinên Îmraliyê çareserî nîn e dest pê ke. Pêvajoya dest pê kir pêş bixin, asayî bikin, em xwe rêve bibin, statuya xwe qezence bikin û komarekî demokratîk pêk bînin demek dirêj û peywirdariyekî gelek zor û zehmet e. Partiya me peywira xwe dizane û dê xebatên xwe hêj bêtir bi hêz bikin. Li hemberî polîtîkayên AKP’ê yên dijdemokratîk jî rexne û têkoşîna xwe berdewam bike. Hewildanên AKP'ê li dijî demokratîk û çareseriyê ne. 4'emîn paketa dadê weke paketên berê vala ye. Partiya me paketekî wisa qebûl nake. Li girtîgehan pirsgirêk berdewam dikin. Daxwaza elewiyan a cemxane bibin cihê îbadetê ji aliyê Serokwezîr ve tên redkirin. Li kolanan hêj bi panzeran cînayet tên kirin. Girtina Endamê MYK'ê yê me Nurî Duman encama nêzîkahiya AKP'ê ya li hemberî partî û ciwanên me nîşan dide."

'Xebatên Rojava dê bên lezkirin'

Di encamnameyê de wiha hate gotin: “Komara demokratîk tenê ji bo Kurdan na daxwaza hemû gelên bindest e. Ji ber vê yekê pêvajoya pêşiya me tenê ji bo partiya me na ji bo hemû hêzên alîgirên demokrasiyê dê bibe pêvajoya têkoşînekî zor û zehmet. Ya rejîma demokratîk pêk bîne makezagonekî azadîxwaz û wekhev e. Ligel van hemû geşedanan dê dê xebatên Rojava bên lezxistin. Partiya me 8'ê Adarê silav dike. Hemû rêxistinên me bi rihê Newrozê bi hêz xebatên xwe bikin û li qadan bi hêz bin."

DÎHA /ENQERE