10'ê tebaxê piştî nîvro şandeyeke parlamentoya Kurdistanê ku ji 25 parlamenteran pêk hatibû, digel qaymiqam, serokê civata bajarê Xaneqînê, birêveberên nahiyeyê Sadiyeyê, Celawleyê û welatiyên navçeyên arîşedar civiya.
Yek ji endamên vê şandeyê Salar Mehmûd got, “Herçend niha ser bi Diyaleyê ne, ev navçe stratejî û beşeke danebirî ya Kurdistanê ne. Lê wek nûnerê xelkê Kurdistanê divê em ji arîşe û daxwazên xelkî haydar bin.”
Mehmûd got, “Du armancên serdana me hebûn, ya yekê gotûbêjkirina sedemên hişkirina ava Elwenê bû û ya duyê jî jinêzvehaydarbûn ji rewşa kurdên li Sadiye, Celawle û Mendeliyê bû. Emê di rapora xwe de daxwaza bikin ku pêşmerge vegerin Xaneqînê.”
Salar Mehmûd da xuyakirin ku ev çend sal in rewşa wan navçeyan gelekî xirab e nemaze Sadiye, Xaneqîn û Celawleyê ku rojane welatiyên kurd tên şehîdkirin û tên neçarkirin ku bar bikin lewra pêwîst e rê li ber vê rewşê bê girtin.
'Daku koça kurdan bê rawestandin'
Birêveberê Celawleyê Enwer Husên jî got, “Pêwîst e hêza hevbeş an jî hêza pêşmerge vegere wan navçeyan daku koça kurdan bê rawestandin.”
Berdevkê Hevpeymaniya Kurdistanê Mueyed Teîb jî got, “Me beyanameyeke nerezayiyê pêşkêşî serokatiya PI û serokwezîrê Iraqê kiriye û daxwaz kiriye çareseriyek ji navçeyên Qereteqe, Celawle û Sadiyeyê re bê peydakiri.”
Teîb da zanîn ku heta niha 1400 malbatên kurd ji navçeyên Sadiye, Qeretepe û Celawleyê hatine derxistin û 500 kes hatine kuştin ku 176 kes ji wan kurd in û got, “Fîrqeya 1ê ya artêşa Iraqê sedema serhildana arîşeyên heyî ye çimkî hevkariya terorîstan dike.”
XANEQÎN
Kerîm xwest Amerîkî li Kerkûkê bimînin
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm duhî di civineke rojnamevanî de daxwaz kir ku beşek ji hêzên Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê (DYA)li Parêzgeha Kerkûkê û çendîn bajarên din yên Iraqê bimînin. Kerîm got; “Em pêwîst dizanin ku beşek ji hêzên Amerîkayê ne tenê li parêzgeha Kerkûkê, li hemû Iraqê bimînin”.
Kerîm di wê civîna rojnamevanî de ku çendîn serkirdeyên artêş, polîs û nûnerên civata Parêzgeha Kerkûkê û hinek rojnamevan jî amade bûn da zanîn, Navenda Nehiştina Terorê li Kerkûkê hatiye vekirin ku ji aliye komîsyona ewlehiyê biryar li ser hatiye dayîn û bi beşdarîkirina artêşa Iraqê, polîs û dezgehên ewlekariye yên din, Peşmerge û asayîşê hatiye avakirin.
Kerîm aşkere kir ku Cîgirê Rêveberê Polîsê Kerkûkê lîva Torhan Ebdulrehman jî wek berpirsê wê navendê hatiye destnîşankirin ku tirkman e.
KERKÛK