
Mihrîcanê bi semînerên li ser rewşa Medya ya Kurdî Kurdî li Qefkasya û Federasyona Rûsyayê ji aliyê Kînyaz Îbrahim, li ser rewşa niha ya Meydaya Kurdî Ceifer Şêxuîslamî, Medya ya Kurdî li Ewropa Gunay Aslan û ragiyandin di serdema nû de Qadir Tiwana veve hate peşkeş kirin. Di semînerande hate destnîşankirin ku di medya ya Kurdî de zimanê Kurdî bikaranîn pir girînge û li ser zimanek stadandar yê nivîskî hate rawestandin.
Di mîhrîcanêde Cefer Şêxîslam, diyar kir ku ji bo têgiştina hev pêwiste nivîskî de zimanek standart yê Kurdî bê çêkirin. Hemû netew bi ziman dibin netew. Niha di warê rojnemavaniyê de tişta herî lezgîn em bikin ev e. Guney Aslan li rewşa medya ya Kurdî dazanîn ku heta niha ji bo ragiyandina Kurdî li Bakûrê Kurdistan pêşbikeve bi dehen rojnamevan ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin. Aslan, da zanîn ku bi li Ewropa ji bo Kurd xwe bi tevger bikin rojnama Serxwebûn û Berxwedan rolek pirr girîng lîst. Mîhrîcan dê êvarê konsera Gulîstan Perwer, Ezîz Şaroxî, Heme Reûf Kerkûkî û Koroya paşayê Gewre, peymengeha hunerê bedew a Rewandizê bidome.
DUHOK
Ji Azadiya Welat pîrozbahî
Rojnameya Azadiya Welatê, 114’emîn Salvegera Rojnamegeriya Kurdî, bi bernayekê pîroz kir. Şeva li Otel Kervansarayê hate lidarxistin, bi başdariya Saziyên çapemeniya Kurd, Rojnameya Ozgur Gundem, DÎHA, JINHA, Gun TV, Şîrketa Belavkariyê ya Firatê, Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk, Parlamentera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, Parlamentera Amedê Nursel Aydogan, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Seroka Rêxistina BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, dayîka rojnamevan Mazlum Erenciyê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye Remziye Erencî, bavê gerînendeyê giştî yê Azadiya Welatê yê berê ku niha girtiyê Wedat Kurşun, Şukru Kurşun, gelek xwendevanên rojnameyê yên ji bajarên din hatine hat pêkanîn. Di şevê de pankarta “Hûn Bi Xêr Hatin Şeva 114’emîn Salvegera Rojnamegeriya Kurd” li salonê hat daliqandin. Piraniya beşdaran bi kincên netewî tevli şevê bûn. Şeva ku di nava hêstên germ derbas bû de ji ber cenazeyê endamê HPG’ê Perwer Bîlmez ê li herema Omeryana Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabû bernameya mûzîkê hat betalkirin. Di şevê dê li gel hemû zextên li ser çapemeniya Kurd jî xebatkarên çapemeniyê bi coşek xurt tevli bûn û diyarkirin ku merc çi be bila bibe ew dê li ser şopa berxwedêrên beriya wan ev kar kirine bi meşin.
'Em şopdarên bexwedêran e'
Xwedî Îmtiyazê Rojnameya Azadiya Welatê Menderes Oner jî Rojnameya Kurdistanê ku 114 sal beriya niha ji aliyê Mîthat Bedirxan ve li paytexta Misrê Qahîreyê hatibû derxistin bibîranî û da zanîn ku ew vê şopa çapemeniyê ya berxwedêr bi ruhekî cangorî didomînin.
Piştî Oner, Seroka Rêxistina BDP’ê Zubeyde Zumrut mafê axaftinê girt û ji ber karê rojnamevanên Kurd ê zor û zehmet spasiyên xwe pêşkeş kir. Zumrut, diyar kir ku ew hêwî dike êdî zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û da zanîn ku ev jî bi saya têkoşînê pêkan e.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî di şevê de axaftinek kir. Baydemîr, jî ji ber keda wan spasiyên xwe ji xebatkarên çapemeniya azad kir. Baydemîr, destnîşan kir ku ev 114 sale gel ji ya xwe nehatiye xwarê. Baydemîr, got ku ew dê rojekî giş bimirin û bibin ax lê di vî bajarî de salvegera hezar û 114’emîn damezirandina Rojnameya Kurdistanê bê pîroz kirin. Baydemîr, di dawiya axaftina xwe xwest ku çapeniya Kurd ji bo yekitiya Kurdan zimanê aştiyê bikarbîne.
Piştî Baydemîr, Parlamenter Mulkiye Bîrtane jî axaftinek kir. Bîrtane bi destpêka axaftina xwe mêvan bi zaravayê dimilkî slav kir. Bîrtane di axaftina xwe anî ziman ku îro 114’emîn Salvegera Rojnamegeriya Kurdî li çar aliyê Kurdistan û cîhanê bi seranser tê pîrozkirin.
Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk jî di bernameyê de axaftinek bi zimanê tirkî kir. Tugluk got ku ew di şexsê Apê Mûsa de kevneşopiya çapemeniya Kurd slav dike. Di dawiya şevê de dayîka ‘Mazlûmê me ê biçûk’ rojnamevan Mazlûm Erenciyê li Dêrsimê di encama pevçûnekî de jiyana xwe ji dest dabû Remziye Erencî û bavê Gerînendeyê Giştî ye Azadiyê Welatê yê berê Wedat Kurşun ê jê re 166 sal û 6 meh jê re ceza hatiye birîn Şukru Kurşun jî hêstên xwe anî ziman. Gelek saziyên wekî Enstutiya Rewşenbiriya Kurd ya Silêmanî, Parlamentera Amedê Emîne Ayna, Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu, Sendîqeya Petrol Îş ya Êlihê û rojnamevanên girtî jî ji şevê re peyam şandin.