Rêxistina Bipartisan Policy Center (BPC) derbarê Tirkiyê de raporek amade kir û rexne li Tirkiyê digire. Herwiha di wê raporê de bang li Amerîka tê kirin ku li herêmê ji xwe re li hevkarekî din bigere. Naveroka raporê pêr li Washingtonê hat eşkere kirin. Di nava kesên rapor amadekirine de pisporên leşkerî yên weke, amîralê teqawîtbûyî Greg Johnson, generalê teqawît Charles Wald, John Hannah û Paula Dobriansky yên di wezareta derve, kongre û Koşka Spî de kar kirine jî hene.
Di rapora 37 rûpelî de wiha behsa peywendiyên navbera Tirkiye û Amerîka de tê kirin: “Dibe siberojê peywendiyên navbera herdu welatan de baş bibin, lê nayê dîtin ku di demekî Kurd ew peywendî baş bibin. Rêveberên Tirkiyê her ku diçe, bi siyaseteke dijî ya Amerîka, Îslamiyên Sunnî tercîh dike.”
Pêşniyarên raporê
Di rapora BPC de çend pêşniyarên ji bo hikûmeta Amerîka û li zora Tirkiyê diçin wihane;
* Li Bakûrê Iraqê (başûrê Kurdistanê) li cihekî sabit bi cih bûn û ji bo Încîrlikê bibe alternatîf, hebûna leşkerên xwe yên di nava Tirkiyê de kêm bike.
* Divê alîkariya hewayî ya ji bo Kurdên Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) were zêdekirin.
* Ger mirov tekoşîna PKKê ya li hemberî DAIŞê li ber çav bigire, divê Amerîka derxistina ‘PKKê ji lîsteya terorê’ guftûgoyên bike.
WASHINGTON