
104 rewşenbîr li Stenbolê hatin cem hev û piştgirî dan hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên kirin. Rewşenbîran diyar kir ku heta derfet hebe divê pêvajo bê zelalkirin. Ev hewcedariyeke mezin e. Rewşenbîran da zanîn ku dê xwedî li pêngavên demokratîk derkevin û bang li hemû kesî kirin ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û bi berpirsyar tevbigerin.
Li ser banga Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê rewşenbîr hatin cem hev û pêvajoya aşatiyê nirxandin. Civîn li Otela Hîl a Taksîmê pêk hat.
Helbestkar Ahmet Tellî, rojnameger Alî Bayramoglu, rojnameger Alatan Oymen, akademîsyen Buşra Ersanli, cigirê musteşarê berê yê MÎT’ê Cevat Oneş, gerînendeyê giştî yê Mîlliyetê Derya Sazak, nivîskar Erdogan aydin, ji Hewldana Jinan a Başkent Fatma Bostan Unsal, endamê Konseya Navenda TTB Huseyîn Demîrdîzen, Serokê KESK’ê Lamî Ozgen, Serokê DÎSK’ê Metîn Ebeturk, hunermend Mujde Ar, rojnameger Nuray Mert, Orhan Dînk, Prof Dr. Gencay Gursoy, Prof Dr. Mehmet Bekaroglu, Prof. Fuat Keyman, Prof. Turgut Tarhanli, gerînendeyê rojanema Agosê Rober Koptaş, nivîksar Tarik Ziya Ekîncî, nivîskar Vedet Turkalî, wezîrê berê Ziya Halîs jî di nav de bi giştî 104 rewşenbîr, hunermend û akademîsyen ku îmzeya wan li bin metna nivîskî hebû, bi sernavê ‘Em piştgiriyê didin aştiyê’ forum pêk anîn.
Berdevkê Meclisa Aştiyê Hakan Tahmaz axafitina vekirinê kir û merasîma oxurkirina li Amedê careke din nîşan daye ku di şer de qezenc pêk nayê di aşatiyê de kes wenda nake. Tahmaz diyar kir ku hewldanên wan yên çareseriyê ne û got divê ev derfet neyê windakirin.
Peywir dikeve ser milê hemû kesî
Metna ku îmzeya 104 rewşenbîran lê hebû ji aliyê Necmiye Alpay ve hat xwendin. Di metnê de wiha hat gotin: “Em welatiyên ku ji bo civaka me demokratîk bibe di nava hewldanan de ne, li ser geşedanên dawî me hewcedarî bi vê daxuyaniyê dît.
Hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi awayekî cidî deriyê aştiyê ku em dixwazin vekirî ye. Pêşveçûna vê pêvajoyê dê aramî û baweriya vê civakê zêde bike.”
Di berdewama metnê de hat diyarkirin ku hewcedarî bi vê yekê ye ku divê pêvajo zelaltir û baştir be. Ji Meclisê bigire heta hemû aliyan divê hemû kes bibin parçeyeke pêvajoyê û ev yek wê çareseriyê hêsantir û mayînde bike. Em di vê mijarê de xwedî li pêngavên demokratîk derdikevin. Bê guman peywir dikeve ser milê hemû kesî. Em wek kesên ku bi salan in ji bo vê hewl didin, divê em ji paşeroja xwe dersan derbixin û piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Em bang li hemû kesî dikin ku xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”
DÎHA/STENBOL