Di metna kampanyayê de tê destnîşankirin ku PKK rêxistineke eskerî û polîtîk e ku di navbera salên 1984-2013'an de li hemberî dewleta tirk ji bo mafên çandî, polîtîk û sivîl têkoşiyaye.

Di metna kampanyayê de ya bi sernavê "Partiya Karkerên Kurdistan-PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê ya navneteweyî derxîne", tê bibîrxistin ku di Çileya 2004'an de hikûmeta DYE´yê di çarçoveya qanûnên DYA´yê de weke rêxistina terorê îlan kiriye. Metin dibêje, lê di rastiyê de PKK rêxistineke eskerî û polîtîk e ku li hemberî dewleta Tirk ji bo mafên çandî, polîtîk û sivîl têkoşiyaye û metin weha dewam dike, "di Tebaxa 2014'an de hikûmeta DYE´yê ji bo hikûmeta Iraqê û bajarê Hewlêrê biparêz e destek da rêveberiya herêmî. Hikûmeta DYA di heman demê de hewl da alîkariyê bide Êzidiyên xwe li Çiyayê Şengalê girtine. PKK li dijî Dewleta Îslamî (DÎ) alîgirê parastina Iraq û Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê divê hikûmeta DYE´yê tavilê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxîne."
Li ser malperê kesê ku dixwaze îmze bike navnîşana xwe ya e-mailê dinivîse. Paşê e-mail ji vê navnîşanê re tê şandin. Kesê îmzekirî dema vê e-mailê vedike, hingê îmzeya wî qebûl dibe. Heta niha (15´ê Tebaxa 2014´an) 17 hezar û 415 kesî ev metin îmze kiriye û divê herî kêm 82 hezar û 585 kesên din îmze bikin da ku ev kampanya bi ser keve.  Mirov dikare bi rêya Google´ê li peyv§en Petition Whitehouse PKK bigere û encama pêşî ya tê nîşandan malpera kampanyayê ye. 

NAVENDA NÛÇEYAN