Firat, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Operasyonên ku pêk tê feydeyê nade mirovatiyê. Îran di serî de xwe bawer bû lê niha wekî ehmeqa ne. Tirkiye û hikûmet jî wekî ehmeqane. Bi vê nêrînê nikarin têkoşîna azadiya Kurdan asteng bikin."
Cîgirê Giştî ya Federasyona Bektaşî Aleviyan (ABF) Kemal Bulbul bal kişand ser operasyonên Îranê û da zanîn ku hewldanên Îranê li dij hiqûqa navneteweyî û li dijî mafê mirovane. Bulbul, diyar kir ku ev operasyon feydeyê nade Îranê û tenê dibe sedema zêdebûna hejmara mirinan.
Cîgira Koma BDP'ê Pervîn Buldan ji DÎHA'yê re axivî û got ku operasyon tenê bi biryara Îranê pêk nehatiye û biryareke hevpare, di nav de Tirkiye heye. Buldan, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em her tim dibêjim çareseriya pirsgirêka Kurd bi riya operasyonên leşkerî pêk naye. Em niha dîsa wisa dibêjin. Îran tenê ne li hemberî Qendîlê li hemberî xwezayê, ajalan û jiyanê mudaxeleyek mezin pêk tîne. Ev operasyon tê wateya îmhakirina gelê Kurd. Divê Îran baş bifikire, ji ber ku şer feydeyê nade tu kesî. Em wekî BDP'ê dê li hemberî operasyonên îmhayê bikevin nav hewldanan."
'Tizbiyên xwe danîne û çek girtine'
Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan jî got: "Oldarên mezin tizbiyên xwe danîne û çek girtine. Operasyonên Îranê tê wateya tasfiyekirina hêza Kurd. Lê gelê Kurd tu carî li hemberî konsepta îmhayê bêdeng nemaye û dê bêtir têkoşîna xwe ya azadiyê bimeşine.
AMED