Hejmara 3'yemîn a yekemîn kovara derûnnasiyê ya bi Kurdî “Psychology Kurdî” derket. 

Di hejmarên beriya niha de kovar bi giranî li ser trawma, cûreyên wê, nexweşiya stresê ya piştî trawmayê û li ser dermankirina trawmayê rawestiyabû.“Psychology Kurdî” di vê hejmara xwe de jî bi giranî li ser mijarên wekî ziman, îstîsmar, şîn û şîna civakî, çavkaniyên êrişan, lêhûrbûn û mijarên girêdayî wê radiweste. Di vê hêjmarê de Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan, bi nivîsa xwe girîngiya zimên, xweza û aramiya derûniya zimên ji xwendevanan re rave dike. Derûnnas Mesut Umar, bi nivîsa xwe ya “Istismar û Ihmalkirina Zarokan” bi hûrgilî behsa îstismar û îhmalkirinê, cureyên wê dike, reaksiyon û encamên wê dide nasîn. 

Bi Prof. Dr. Vamik D. Volkan re jî hevpeyvînek heye, û behsa şîn, şîna civakî, şîna sirûştî, şîna derûnnexweşî (psychopathological) û dermankirina şînê tê kirin. Derûnnas Darius Winzer bi nivîsa xwe ya “Şîn û Şîna Normal” pêvajoya şîn û şînkêşiyê dide nasîn û hevsengiya pêvajoya nû vedibêje. Wekî din nivîsên Derûnnas Siyabend Aslan, Dermansaz Etman Yavuz, Prof. Dr. Cem Kaptanoglu, Derûnnas Mihemed Elî Alucî, Derûnnas Leyla Nisêbînî, Lêkolînêr Duzgun Ugur, Derûnnas Hemed Elî Qoserî, Derûnnas Rewşen Remalkî, Derûnnas Gulistan Bakir û hevpeyvîna bi Prof. Dr. Melek Gorenli jî di kovarê de cihê xwe digirin. Ji bilî van nivîs û nivîskaran, di vê hejmarê de danasîna “Enstîtûya Derûndermanî û Derûntrawmaya Zanistiyê ya Zanîngeha Dihokê'' jî tê parvekirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN