Pirtûka 7’emîn a nivîskar Bahoz Baran ku ji 14 çîrokan pêk tê, “Qîza Bavê Xwe” ji Weşanên Wardozê derket. Ev demek dirêj bû Baran li ser pirtûka xwe ya 7’emîn dixebitî.
Navên çîrokên di pirtûkê de wiha ne: Gelo Mela Çima Mir?, Hezar Carî Hela, Kenê Bêtore, Mela Şekir, Xaltiya Eyşo, Nîvco, Xezeb, Carna Mirov Doza Tiştên Nebaş Jî Dike! Dolmîşa Xalê Miheme, Baş e Ku Dêya Min Neçûye Mektebê, Şahevîn, Mektûba Gorbaçovî, Qîza Bavê Xwe û Xîreta Gundiyan.
Bahoz Baran sala 1982’an li navçeya Amedê Licê ji dayik bû. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa mamostetiyê xelas kir. Li Zanîgeha Artukluyê di beşa Kurdî de lîsansa bilind çêkir.
Baran beriya niha jî ev kitêb nivîsandibûn: “Rêzimana Kurmancî (rêziman-2008), A baş (çîrok-2008), Derb (çîrok-2014), Ferhenga Bişaftinê (Raman-2017), Motik (meselok-2017), Rêzimana Kurmancî (rêziman-2018 çapa duyemîn).”
AMED