Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, di civîna Koma BDP'ê ya Meclisê de rapora Roboskiyê rexne kir û xwest hemû parlamenter guhê xwe bidin wîjdanê xwe û raporê red bikin. Demîrtaş, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî rawestiya û xwest her kes peyama Ocalan rast û baş bixwîne .

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, di civîna Koma BDP’ê ya Meclisê de geşedanên rojeva hefteyî nirşand. Demîrtaş, ewil operasyona li Amedê li dijî endam û rêveberên wan pêk hat şermezar kir. Demîrtaş, ev operasyon wekî provakasyonê bi nav kir û wiha got: “Operasyon li dijî pêvajoyê ye. Vê operasyonê em şaş nekirin. Kesên dixwazin vê pêvajoyê ber bi aliyekî din ve bibin van operasyonan pêk tînin. Divê her kes li hemberî vê pêvajoyê hestyira tev bigerin.”  
Demîrtaş, bal kişand ser pîrozbahiya Newrozê û wiha got: “Em ji ber van pîrozbahiyên Newrozê spasî û şukraniya xwe ji hemû gelê xwe re tînin ziman. Em hemû gelê xwe yê tevli vê pêvajoya pîrozbahiyê bûn silav dikin. Dîsa dayik û jinên ku tevli vê pêvajoyê bûn pîroz dikin.”

Rapora Roboskiyê

Demîrtaş, bal kişand ser Rapora Roboskiyê û anî ziman ku komîsyonê wekî propaganda AKP’ê amade kiriye û ser bûyerê veşartiye û bi tu awayî rapor nayê qebûl kirin. Demîrtaş, anî ziman ku berî her tiştî divê komîsyon li wijdanê xwe guhdar bike û ger ku wisa neke û li gorî nasnameya xwe ya siyasî tev bigere sûc dike.
Demîrtaş, anî ziman ku endamê komîsyonê ji partiya wan Ertugrul Kurkçu rapor red kiriye, lê ji ber ku hêjmara parlamenterê AKP'ê zêde ye rapor hatiye erêkirin. Demîrtaş, destnîşan kir ku divê heta bûyer ronî nebe ser komkujiya Roboskiyê neyê girtin û wiha got: “Dê îro dîrok hesap ji we bipirse. Endamên di komîsyonê de cih digirin ger ku dengê xwe bikar bînin, dengê wan an dê bibe hevparê sûcê komkujiyê an jî dê bibe sedema dijberiya komkujiyê. Em hêvî dikin ku hemû parlamenterên ji bo rapora komîsyon dê li dengê wîjdanê xwe guhdar bike û li dengê partiya xwe guhdar neke. Em hêvî dikin ku dê parlamenterê me Ertugrul Kurkçu dê mafdar derkeve. Çima ji lêborîna komkujiya mirovên ku li ber çavan ji aliyê balafiran ve hatine qetilkirin ditirsin? Di vê pêvajoya ku em behsa helaliyê dikin û vê pêvajoya ku nîqaşên aştiyê tên kirin de çima parlamenter ji lêborînê ditirsin. Serokwezîr û gelek parlamenter çûn wir. Ger ku tenê nerîn û çavdêriyên xwe jî bînin ziman rê têra ronîkirina bûyerê bikin. Bila tu kes nefikire ku dê raporê erê bikin û ser komkujiyê bigirin. Em destûr nadin ku ser komkujiya Roboskiyê bê girtin.”

Lêborîn xwestin  

Demîrtaş, daxuyand ku welatên mezin jî şaşiyan dikin û wiha berdewam kir: “Ya girîng dîtina rastiyê û xwestina lêborînê ye. Ger ku rapora Roboskiyê bê erêkirin û her kes ji ber vê yeke wîjdanê wan rehet be, wê demê em dê di pêşerojê de çawa bi rastiya xwe re bên rûqalî hev. Em dê çawa pêvajoyek nû pêş bixin. Em vê yekê tu carî qebûl nakin.” Demîrtaş, ji hemû parlamenteran xwest ku raporê erê nekin û berpirsiyariya xwe ya dîrokî ya li hemberî komkujiya Roboskiyê bi cih binin.

Mîtînga herî mezin

 Demîrtaş, di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser Newroza Amedê û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wiha berdewam kir: “Hemû kesên alîgirê aştiyê fam kir ku li Amedê 2 milyon mirov çima daket qadan û çima li vê peyamê xwedî derket. Divê her kes wateyê bide referanduma gel a mezin. Li wir miqarna nehat belavkirin. Li wir firin û sarincên belaş nedihat belavkirin. Bi milyonan mirov ji bo aştiyê û peyama birêz Ocalan hatin qadê. Niha dixwazin ser vê peyamê veşêrin. Peyama ku hat xwendin berovajî didin xuyakirin. Peyam ji aliyê 2 milyonan kesan ve bi coş û kelecanek pir mezin ve hat guhdarkirin. Li dijî şer, pevçûn û înkarê manîfestoya aştiyê bû. Hemû erdnîgarî, şaristanî, bawerî, nasname û çand hembêz kir. Di banga birêz Ocalan de vegera koka xwe hebû. Rastiya dîroka înkarkirî hat vegotin û hat diyarkirin ku bi reng, bîr û bawerî û zimanê xwe her kes dikarin di nava aştiyê û hevpar bijîn.”

Banga Ocalan  

Demîrtaş, li ser yekitî û hevkariya gelê Rojhalata navîn ji rawestiya û wiha pêde çû: “Di hiqûqa îslamê de înkar, îmha, bişaftin tune. Hezar sal berê li ser xaka Mezopotamya Anadolu dema Kurd û tirk gihiştin hev yên ew bi hev kelandin îslamiyet bû. Kesên vê hiqûqê û rastiyê fam neke nikarin ji xwe re bêjin em misliman in. Ger ku dê îro ji nûve hiqûq bê avakirin, wê demê divê em nekevin nava şaşiyên berê. Divê em ji feraseta înkar, îmha û wêdekirina berê dûr bikevin. Divê em di serdema nû de hurmetê ji nasname, bawerî, çand û rengê Kurd, tirk, faris, ermeniyan tevan re bigirin. Banga hatiye kirin ne banga ji bo meh û salek din e. Ev banga 100 salên pêş in. Divê her kes pir baş vê peyamê bixwîne û rast bixwîne.”

Bexçeyê aştiyê

 Demîrtaş wiha got: “Bila gula Îsparta jî hebe. Bila sumbul û gulnixwîna Colemêrgê jî hebe. Bila hemû reng û rû, bîr û bawerî di nava vî baxçeyi de cih bigirin. Bila meclis û hemû kes vê peyamê rast bixwînin. Rast bibînin. Sirf ji bo birêz Ocalan rastî aniye ziman li hemberî wî derdikevin. Lê rastî ji aliyê her kesî ve rastî ye. Lê divê em dest ji vê ferasetê berdin. Ger ku em li ser vê pirsgirêka dîrokî ne axivin û nîqaş nekin wê emê peywira parlamentoyê çiye. Divê hikûmet û parlamento rola xwe rast bilîze.”

Biryara Meclîsê  

Demîrtaş, li ser nîqaşên paşvekişandinê û agirbestê jî rawestiya û xwest ne tenê ji bo paşvekişandinê divê ji bo hemû xebatan ewlehiya qanûnî û meclisê hebe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê biryara meclisê û vîna meclisê hebe. Divê paşvekişan bi ewlehiya qanûna pêk bê. Ji bo Komîsyona Aqîlmendan heta niha di destê me de lîsteya navan tune. Bê guman dê lîsteyek di destê me de jî çê bibe. Kesên ku ji aliyê her kesî ve tên bijartin hebin. Komîsyona Zilamên Aqil tê gotin. Em wekî partî li dijî vê yekê ne. Feraset û felsefeya me ya azadiya jinê li hemberî vê yekê ye. Divê hurmeta me li hemberî jinê û dayikan ji hebe. Em destûr bidin bila bi giranî hevalên jin cih bigirin. Heta niha her tim zilam şer derxist. Lê bila jin aştiyê pêş bixin.”  

DÎHA/ENQERE