
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû bi nêzîkbûna salvegera Bêbextiya Navdewletî re, bal kişande ser girîngiya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "sîstema konfederalizma demokratik a ku Rêber APO destnîşan kiriye, wê bibe rêya rizgariya tevahiya mirovahiyê. Teybetmendiya herî girîng a Rêber APO ew e ku mamosteyê civakê bû. Ne tenê kadroyên xwe, weke Rêbertiya ku tevahiya civakê perwerde dike, derbasî dîrokê bûye. Eger îro jin, pîr, ciwan, zarok, mirovên oldar û herkes ji vê Rêbertiyê hez dike, ji ber vê sedemê ye."
Helwêsta li dijî Ocalan a li dijî gelê Kurd e
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Karasu îşaret bi 18 salên tecrîdkirina Ocalan kir, got, ev yek jî helwêsta dewleta Tirk a beramberî Kurdan êşkere dike û wiha peyivî: "Nêzîkatiya li Rêberê gelekî, di heman demê de helwêsta li dijî wî gelî ye. Rastiya li cîhanê bi vî rengî ye, li Kurdistanê hê zêdetir ev lê ye. Komara Tirk, dewleteke tevkujer, kolonyalîst û mêtinger e. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd pêşî li vê armancê girt, ew asteng kir û civakeke têkoşer derxiste holê; tola xwe jê dihilînin. Lewma heya ku helwesta li dijî Rêberê Gelê Kurd neyê guhertin, wê siyaset û helwêsta li beramberê Gelê Kurd jî neyê guhertin. Kurdên ku ev rastî fêm nekiriye ne dewleta Tirk, ne jî qanûna jiyana Kurdên Azad fêm kiriye!"
Xiyanetê nekarî xwe jê veşêre
Karasu îşaret bi wê yekê kir ku Ocalan dîtiye ku azadiya gelê Kurd bi tenê bi têkoşînekê siyasi û eskerî çênabe û wiha dewam kir: "ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bike, heya ku di alîyê ideolojîk, civakî û çandî de xebatan nemeşîne, di vê riyê de guhertinên bingehîn neke, ne guncaw e ku gelê Kurd li dijî van êrîşên dijwar li ber xwe bide û azadiya xwe bi dest bixe. Lewma beriya her tiştî, ji bona ku pîvanên welatparêzî û jiyaneke azad li asta herî jor were danîn, xebateke bîrdozî, çandî û civakî hatiye meşandin."
Mustafa Karasu bi bîr xist ku Ocalan şaşî û sedemên kirine ku gelê Kurd bindest û mêhtingeh be rexne kirine û got, "Di vî milî de, Rêber APO gelek rexneyên berfireh li dîroka Kurdan, li civaka Kurd, li çîna Kurd a serdest û li her kesî kiriye ku bi navê Kurd siyasetê dikin. Heya niha jî gelek kes ji ber ku rastiya wan, bi rexneyên Rêbertîyê derketiye, holê gelek aciz û bi hêrs in. Ji ber ku di eynika rastiya Rêbertîyê de, ne mimkun e ku xiyanet, nokerî, sextekarî, kirêtî û tevahiya paşverûtiyan xwe veşêre."
Pîvanên wijdan û exlaq
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu wekî taybetmendiya herî girîng ya Ocalan îşaret bi mamostetiya wê ya civakê kir û got, "Ne tenê kadroyên xwe, weke Rêbertiya ku tevahiya civakê perwerde dike, derbasî dîrokê bûye. Eger îro jin, pîr,ciwan, zarok, mirovên oldar û herkes ji vê Rêbertiyê hez dike, ji ber vê sedemê ye. Li gel Rêbertiya siyasî, qerekterê ku li ser civakê bi tesîr û civakê jî xurt dike esas girtiye. Lewra Civak neyê xurtkirin, bi tenê avakirina rêxistin û programên siyasî ne guncaw e ku civak rabe ser piyan, bi dem dirêjî li dijî êrîşan li ber xwe bide. Di vî alî de şoreşa herî bingehîn di guhertina civakî û şoreşa civakî de dîtiye."
Karasu bi bîr dixe ku li cem Ocalan pîvanên wijdan, exlaq, edalet û wekheviyê di asta herî jor de ne û wiha dewam kir: "Hemû nirxên mirovahîyê di mêjî û dilê xwe de hewandine. Neheqî li tikesî an jî li gelekî din nekiriye. Ne nîjadperest e, xwe aîdê tevahiya mirovahîyê û gelan dibîne. Ji ber ku ji nava civaka Kurd derketiye, li beramberê pirsgirêkên wan, ji bo jiyaneke azad û demokratik jî xwe berpirsyar dibîne."
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu herî dawî dibêje, "Ji niha ve ji bo gelên Rojhilatanavîn [Ocalan] bûye Rêbertiya bîrdozî û siyasî. Ji bo çareserkirina pirsgirîkên Rojhilatanavîn, nêzîkatîyên bîrdozî û teorîk yên Rêber APO bûne tekane rê. Li dijî sîstema dewletparêz jî sîstema konfederalîzma demokratîk a ku Rêber APO destnîşan kiriye, wê bibe rêya rizgariya tevahiya mirovahiyê."
NAVENDA NÛÇEYAN