Wêneyên girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê yên ku çêkirine ji bo piştgiriya girtiyan ji aliyê Navenda Çandê ya Hêvî ve bi pêşangehê hate pêşandan. Wêneyên bi pêşangeha bi navê "Rêwîtiya ber bi Rojê" li Princess Plaza ya Umraniyeyê ji bo hezkiriyên hunerê hate pêşandan. Kesên ku hatin pêşangehê eleqeyeke mezin nîşanî wêneyan dan. Welatiyên ku hatin pêşangehê hin tablo bi pereyan ji bo piştgiriya girtiyan kirîn. Merasîma vekirinê ya pêşangehê bi rêzgirtine dest pê kir. Seroka Rêxistina BDP'ê ya Umraniyeyê Asuman Ergîn jî axaftinek kir û ew îlankirina Xwesiray Demokratîk pîroz dikin û pêvajoyeke pir krîtîk li pêşiya wan e, lê ew ê bi xebat û têkoşînê bi ser kevin. Ergîn kêfxweşiya xwe ya ji bo pêşangehê anî ziman û wiha berdewam kir: "Pêşangeha wêneyên hevalên di girtîgehê de pir girîng e. Em di saya hevalên ku bi têkoşîna xwe bedel dane îro em li vir in. Ez ji ber van berhemên ku çêkirine wan pîroz dikim." Piştî axaftinan hunermenda NÇM'ê Rodem Bîngol û ji Navenda Çandê ya Ciwanan Koma Jan Ba û Jêhat jî konser dan.
STENBOL