'Rewşenbîr wardoz e, ne nivîskar e'

  •  "Kurd û civaka Kurdan baş nas dikim. Kurd dînoke ne. Jiyana Kurdan pirr enteresan e. Kesê ehlê karê xwe yên mîna roman û çîroknûs, derhêner, wênesaz û hwd, hinekî bala xwe bide civaka Kurdan, dikare bênderek malzeme jê derxîne."

 

  •  Bavê min stêrkan gişan nas dike. Stêrka karwankuj, mêzîn, komika sêwiya, qurix. Tiştekî pirr enteresan bû, dêya min jî hinek navên din li wan stêrkan dikirin. Bavê min digot, “qurix” wê digot “stêrka dewkilan.” 

 

HELÎM BARÎN

 

Sadiq Ûskan berhevkarekî folkora Kurdî ye her wiha nivîskar e jî. Nexasim bi romana xwe ya Şampaz ku 2019 ji weşanên Wardoz derket, tê nasîn. Herçî xwendevanên dêhna wan li ser romana Kurmancî bû, ji vê romanê jî hez kir. Roman di warê ziman de jî xurt bû ku mirov tehma Kurmancî jê hildida. Me civateke xweş pê re gerand. 

 

Sadiq merheba. Ez te ji mêj ve nas dikim, lê ji ber ku tu nivîskarekî hinekî veşartî yî (yanê em te di panel û bernameyan da nabînin û tu zêde bi ber çavê mirov nakevî) ji kerema xwe, tu dikarî ji xwînerên me re hinekî qala xwe bikî?

Heyran, her ku pirseke weha ji min tê kirin, zarokantiya min tê bîra min. Zemanê ku em diçûn “okul”ê, hema bibêjî, her serê salê “öğretmen”ekî din dihat şûna yê berê û di serê dersa ewil de, bi Tirkî digot, “Ka em hev du nas bikin.” Em giş li ciyê xwe ditevizîn. Divê me nav û paşnav û mesleka dê û bavê xwe jî ji “öğretmen” re bigota. Tirkiya me, têra me nedikir. Heta ku dora me dihat û me bersiva “öğretmen” dida, deng ji me yekî dernediket. Me di dilê xwe de bersiva xwe jiber dikir û em li benda dora xwe disekinîn. Yên ku bersiva xwe didan, dibûn mîna ku ewrekî reş di ser serê wan re derbas bûbe. Ji xwe wextê ku însan qala xwe dike hinekî jî fedî dike. Mirov dengê xwe qeyd bike û dû re lê guhdarî bike, ruhê mirov ji dengê wî/wê dihere. Wextê ku însan qala xwe dike, dibe mîna ku li dengê xwe guhdarî bike; ruhê mirov ji wî/wê diçe.

Ê, te ji me re qala xwe nekir.

Dibêjim, min qala xwe kir.

Te li zanîngehê beşa fîlozofiyê qedandiye û tu li ser folklorê dixebitî. Dizanî, ez jî hewl didim ku li fîlozofiyê bixebitim, lê hîn jî li gorî min, di navbera wan têgehên qerrase yên fîlozofî û jiyana-dinyaya otantîk a Kurdan de mesafeyek heye. Ez dibêjim, weke ku te ew mesafeya fîlozofî û jiyana-dinyaya otantîk a Kurdan bi saya folklora Kurdî, hinekî kin kiriye û fîlozofî û folklor hinekî nêzîkî hev du kirine. Li gorî fikra te, gelo tekiliyeke çawa di navbera fîlozofî û folklorê de heye?

Heyran, te barê min, hinekî giran nekir? Ez ne şaş bim, Jacques Derrida di roportajeke xwe de dibêje, “Wextê ku yek tê roportajekê bi min re dike, tu dibêjî qey ez fabrîkeya zanînê me, hema radibe her tiştî ji min dipirse.” Ji kerema xwe, tu dikarî hinekî din jî pirsa xwe rave bikî? Belkî ez li ber pirsa te neketibim.

Ê ka ez pirsa xwe weha bipirsim; li gorî te, fîlozofan sûd ji folklorê wergirtiye? Yanê, ji bo ku em, Kurd, ferhengeke fîlozofiyê damezirînin, dikarin berê xwe bidin kîjan çavkaniyên xwe? 

Îcar hinekî li ber pirsa te ketim. Fîlozofî û warên din ê mîna huner, wêje aborî û filan û bêvan giş, ferheng û têgeh û teşeya xwe li gorî sosyalîzasyona wî miletî didamezirînin. Kurd miletekî şivan û cotkar in. Bi hezar salan e ku şivantî û cotkariyê dikin. Di ziman û ramanê xwe de, tişta ku bi ser bêjinga xwe xistine, bi saya çandinî û xwedîkirina heywanan e. Bi saya vê, da û stendina bi axê û terş re, tiştek çêbûye. Em ji vêya re dibêjin folklora Kurdan. Folklor, pûxteya çanda miletan e. Tiştekî mîna fîlozofiyê nazik û tenik, sûdê ji folklorê negire dê ji çi bigire? Fîlozof ne koleksiyonerên folklorê ne. Narin mîna folklorîstan koleksiyonên folklorê çênakin, lê wextê ku têgehekê dadimezirînin, diherin dêwla ava xwe di bîra herî kûr a miletê xwe da dadikin û avê ji bîra wê vedixwin. Ava wê bîra han, folklora wî miletî ye. 

Martin Heidegger di sala 1922´yan de dihere Todtnaubergê. Todtnauberg gundekî li başûrê Elmanyayê ye û li serê çiyayan e. Camêr dihere li wî gundî, dikeve holikekê, wê ji xwe xwe re dike mal û tê de rûdinê. Li gund, pîrek heye. Her ji çend rojan carekê ew û wê pîra han hev du dibînin. Pîrê jê re qala komek meselok, çîrok û çîvanokan dike. Heta kesên ku li ser fîlozofiya Martin Heidegger dixebitin, dibêjin, wî berhemên xwe yên herî bilind, li wî gundî nivîsîne. 

Ji bo ku Kurd, ferhengan damezirînin, divê berê xwe bidin folklorê. Jixwe, miletên din jî weha kirine. Sigmund Freud, destana Oidipus û Elektra ya çand û folklora Grekan e, kire têgeheka psîkolojiyê. Tu li Hegel dinihêrî, wî jî ji peyva “pîrebok”ê, têgeha “Geist”ê damezirand. 

Îroj kîjan milet bi alavên dijîtal dakevin, ew milet, peyv û têgehên nû li zimanê xwe zêde dikin. Tu li peyva “tweet”ê dinihêrî, wateya wê, “wît wît”a çûkan e. Rênas Jiyan di nivîseke xwe de, li dewsa, “social aggregate” (bi tirkî, jê re dibêjin “sosyal yığın”) Peyva “cêz”ê bi kar anîbû. “social aggregate” peyveke sereke ya sosyolojiyê ye. Tu jî zanî ku “cêza genim” heye, “cêza nîskan” heye, “cêza ceh” heye. Pirr kêfa min ji vê helwêsta Rênas Jiyan re hatibû. Di Kurdî de, li şûna têgeha “alienation”ê peyva “biyanîbûn”ê bi kar tînin. Tirk jî di şûna wê da “yabancılaşma” bi kar tînin. Tirkan ev peyva “yabancılaşma” ji peyva “yâbân” a Farisî wergirtine. Jixwe nivîskarê Tirk, Yakûp Kadrî Karaosmanoğlû bi navê “Yaban” pirtûkek nivîsiye û pir xweşik qala vê peyvê kiriye. 

Îcar em werin ser peyva “alienation”ê. Mirov dikare di şûna vê peyvê de, peyva “havîbûn”ê bi kar bîne. “Havî” pez ya jî mîha ku ji keriyê xwe dûr ketiye, êdî nema dikare bi keriyê xwe re be. Komek mînakên weha hene. Cegerxwîn, peyva “kêmar” bi kar aniye, lê hîn jî Kurd, peyva “kêmnetewe” bi kar tînin. “Kêmar” yanê bi Tirkî “azınlık.” Ku mirov bixwaze, dikare ferhengên pirr hêja yên Kurdî damezirîne. Folklora Kurdî ji bo vêya bes e û pirr e, bêndereke bêxwedî ye. Oryantalîst û Kurdên Sovyetê pirr lê xwedî derketin û van salên dawî Kurd giş pê hisiyane. Heta weşanxaneyên mîna Weşanxaneya Wardozê yên ku karê folklorê dikin vebûne.

Piştî folklora Kurdan hinek populer bû, dema min ji diya xwe biwêjeke balkêş dibîhîst, hewl dida ku wê biwêjê binivîsînim, lê diya min tinazê xwe bi min dikir, digot “îcar ev adeta han, ji ku derket?” Ez ji civatên min û te dizanim ku ji bo xebata te ya Payîzxêr (Li Ser Salnameya Kurmancî Xebateka Folklorîk) çavkaniyên te yên sereke bav û dêya te bûn. Gelo tu dikarî, ji me re, hinekî qala vê meseleyê bikî ?

Bavê min heta ji lingan ket, şivantî kir û dêya min jî bi qasî bavê min bêrîvantî û helêbîtî kir. Min pênc salan li zanîngehê beşa fîlozofiyê xwend, lê roja ku min zanîngeh qedand û hatim ling wan, pê hisiyam ku belasebep ez ewqasî dûr çûme. Zanîneke pirr hêja û delal bi dê û bavê min re bû, lê haya min jê tinebû. Belkî min beşa fîlozofiyê nexwenda, bi vêya nehisiyama, ew jî tiştekî din e. Bi saya dê û bavê min û zanîna bi wan ra, li xwe vegeriyam. Bavê min stêrkan gişan nas dike. Stêrka karwankuj, mêzîn, komika sêwiya, qurix. Tiştekî pirr enteresan bû, dêya min jî hinek navên din li wan stêrkan dikir. Bavê min digot, “qurix” wê digot “stêrka dewkilan.” Li gorî dêya min divê jina jêhatî beriya ku “stêrka dewkilan” hilata, ji xewê rabûya û dest bi karê xwe bikira. Û jixwe di Kurdî û bi taybetî di zaraveyê Kurmancî da navê mehan tevlîhev bû. Ev tevlîheviya navê mehan ez hinekî aciz dikirim. Rabûm, bi dê û bavê xwe re li ser navê mehan xebitîm. Li dor pênc salan em bi hev re xebitîn. Her ku em bi nava meseleyê de çûn, min lê nihêrî ku babooo… Tiştên pirr ecêb ji bin navê mehan derdikeve. Min lê nihêrî ku tew lê navê meha “nîsan”ê navê xwedawendekê ye. Wextê ku mirov dikeve nava folklora Kurdî, bi rastî jî, mirov bawer nake ku ev folklora han ji ber destê çandeke însanan derketibe. Mirov dibêje belkî ew çand ji teref Xweda hatibe çêkirin. Basil Nikitine, heta dawiya emrê xwe pesnê folklara Kurdî da. Digot, folklora ti miletî nikare bigihêje ya Kurdan. Camêr ji bo ev folklor bê parastin, çi ji destê wî hat, texsîr nekir. Ji bo mafên Kurdan, komek name şandin rojnameyên Emerîkayê û saziyên navdewletî. Di pirtûkên xwe de, tiştên pirr ecêb li ser Kurdan dibêje. 

Îcar em werin ser romana te ya Şampaz. Fikra ku tu vê romanê binivsî, ji ku derket ?

Li welêt, min tiştên weha pirr dibihîstin. Yanê xelk, pere û mal û milkên hev du pirr dixwin, serî li hev du digerînin. Qey ev jî nexweşiyeke bindestan e.

Bi min, taybetmendiya sereke ya romana Şampaz, birrabûna wê ye. Lehengên romana Şampaz, ewqas birra ne ku mirov hewl dide bîne bîra xwe û bibêje, “gelo ez van lehengan ji ku nas dikim?” Te çawa romaneke ewqas birra nivîsî?

Kurd û civaka Kurdan baş nas dikim. Kurd dînoke ne. Jiyana Kurdan pirr enteresan e. Kesê ehlê karê xwe yên mîna roman û çîroknûs, derhêner, wênesaz û hwd, hinekî bala xwe bide civaka Kurdan dikare bênderek malzeme jê derxîne. Li ser meseleyê, derhêner Yilmaz Guney Kurd baş nas kiribû. Tu li filmên Bahma Gobadî dinihêrî, bala xwe dide filmên wî, camêr wî jî Kurd baş nas kiriye. Alim û nivîskarên klasîk Kurd baş nas kirine û xweş qala wan kirine. Lê di wêjeya nûjen de, em kesên weha xwedî derbên giran nabînin. Belkî ji ber ku hêj jî nivîskar baş nehatibin ser hemdê xwe. Divê em dinyayê li ber çavê xwe reş nekin.

Ez bêm ser meseleya birrabûna lehengan; bi salan e ku li ser lehengan dixebitîm. Komek pirtûk hene di derheqê çêkirina lehengan de. Ji zemanê Grekan û heta îroj, însanan serê xwe bi lehengan êşandiye. Qala çikûsan, tirsonekan, mêrxasan, jinên mîna Antîgone yên serhildêr kirine. Theophrastos hêj di serdema antîk de, bi navê “Leheng” pirtûkek nivîsiye. La Brûyere jî di qirnê 17’an de, bi navê “Leheng” pirtûkek nivîsiye. Ji zemanê berê de, xelkê serê xwe li ser lehengan êşandiye. 

Îcar bi ser de jî, di nava civaka me de, lehengên weha hene ku, tu bixwazî, nexwazî tu çav bi wan dikevî. Civaka me derbên giran xwarine. Însanên wê, nîviyê pirr, bûne mîna lehengên romanan. Birra jî carna li civatekê rûdinêm, çav bi hin însanan dikevim, ecêbmayî dimînim. Tu guh didî sohbeta wan, qala tiştên pirr ecêb dikin. Dibêjin, nizanim kîjan salê, min şifêrtiya tiran kir. Çend salan di zîndanê de mam. Dû re ez çûm, Sîngapûrê. Li wî dinihêre, îroj dikaneke pîsik, vekiriye, tûtina qaçax difiroşe. Ku nivîskar hinekî xwedî ceger be, û ceger bike, ew kesên ku nas dike, hinekî qala wan bike, bes e. Bi lehengên Şampazê re rûniştim, min bi wan re hevaltî kir. Ez dixwazim vêya jî bibêjim; min Qezê (Qoser) jî mîna lehengekî, xiste romana xwe.  

Em dizanin ku te senarîstiya rêzafilîma Ax û Jiyan û kartonfilîmên Pînîk û Piya kiriye. Di çarçoveya wan xebatên te de, di avakirina karakteran da tu metodek çawa bi kar tînî û li çi miqate yî?

Min lehengên rêzefilîma “Ax û Jiyan” çênekiriye. Min bi birêz Metîn Ewr re senarîstiya wê kir. Lê min lehengên her du kartonfilman çêkirin. Ez ewilî lehengan çêdikim, dû re jî kronotoposekê ji wan lehengan re ava dikim. Li çi miqate me? Divê lehengên min bi taybetmendiyên xwe, însanên me bin. Ê te dît, senarîstiya kartonfilîman warekî pirr ecêb e. Mirov dikare bibêje tu tişt ji senarîstiya kartonfilîman zortir tineye. Berî her tiştî, divê mirov, bi perspektîfa kûantûmê senaryoya kartonfilîman binivîse. Ji bo gişan ne weha ye, lê yên me weha bûn.

Lehengên kartonfilîmên “Pînik”ê û “Piya”yê lehengên folklora me bû. Li ser meseleyê, me di kartonfilmê Pînikê de, lehengekî tirsê bi kar anî. Navê wî lehengî “Sîngestar” bû. Û me ew ji nava folklora kirmancî wergirt. Sîngestar lehengekî tirsnak ê hêla folklora Çewlîk û Depê ye. Mîna Gurê Manco yê hêla Mêrdînê ye. Di folklora me de, ji kartonfilîman re malzeme pirr e, heta tu bibêjî bes. 

Dê û bavê Sadiq Ûskan ku di dest wan de pirtûka Payîzxêr (Li Ser Salnameya Kurmancî Xebateka Folklorîk) heye

Ez tim behsa ferhenga Kurdistanê dikim. Ji ber ku her wate di çarçoveya welatên bindest de tiştan li xwe zêde dike, yan jî kêm dike, diguhere, dibe tiştekî din. Bi min, li mêtingehan, kêm-zêde rewş weha ye. Bi te rol û mîsyona rewşenbîriyê li welatekî mîna Kurdistanê çi ye? 

Ji pirsa te xuya ye ku tu rewşenbîr û nivîskaran tevlî hev du dikî. Divê em di serê peyva xwe de, vê meseleyê ji nava hev du derxînin. Dibe ku canik û camêrek, nivîskar be, lê ne rewşenbîr be. Belkî jî rewşenbîr be, lê ne nivîskar be. Ne ku dibêjim bila weha be; lê weha ye. Xwezî ne weha bûya. Hinek îstîsna hene; kesên mîna Cegerxwîn hem nivîskar bû hem rewşenbîr bûn. Jixwe tu ji min bipirsî, ez dibêjim Kurd pirr jî li nivîskarên xwe guhdarî nakin. Tu dev jê berde, haya însanên me, zêde ji nivîskarên wan tineye. Xwendin û nivîsandina Kurdan, hema bibêje, tine ye. Du sê zanîngehan dixwînin, lê nikarin navê xwe bi Kurdî binivîsin. Li ser meseleyê, malbata min bi xwe jî nikare pirtûkên min bixwîne. Belkî du sê îstîsna hebin, pirtûkeke min xwendibin, ew jî tiştekî din e. Nizanin bi Kurdî bixwînin. Kurdiya wan gelekî baş e, lê xwendin û nivîsandina wan a Kurdî tineye. 

Ez dibêjim, seydayên me, rewşenbîrên me ne. Xelk li wan guhdarî dike, xatirê wan digire. Seyda, ehlên civatan in û retorîka wan jî baş e. Di nava gel de ne. Bi derdê wan dadikevin. Mêvan ji mala wan kêm nabin. Hezar û pênc sed pirsgirêk û girêkûtikên nivîskaran hene. Jixwe, gel jî rast bi rast, daxwaza rewşenbîriyê li wan nake. Li ber çavên xwendevanan bi xwe jî, nivîskar hinekî magazînel in.

Di nîqaşên kolonyal û postkolonyal de, nîqaşek heye, dibêjin, gelo li mêtingehan mirov dikare tenê bibe nivîskar? Yanê, li mêtingehan, nivîskar, nivîskar e, yan şoreşvan e? Ez dibêjim, bi awayekî bi dizî ev nîqaş di nava me de jî heye. Bi qasî ku dibînim, Kurd, doza rewşenbîriyê li nivîskarên xwe nakin, doza şoreşvaniyê li wan dikin. Nivîskar jî ne dibêjin, em şoreşvan in û ne jî dibêjin, em ne şoreşvan in. Heta ez gelek caran lê rast hatime ku nivîskar dibêjin, em ne nivîskar in jî. Gelek nivîskarên Kurd bi çavên ku ew nivîskar bin, li xwe nanihêrin. Jixwe, li welatekî ewqas rewşenbîr jî tine ne. Li hin welatan hema bibêje, qet rewşenbîr tinene. Ku li welatekî rewşenbîrek hebe, bes û pirr e. Ew yekê/a han rêyekê vedike û yên din lê zêde dike. Zemanê ku Cezayîr mêtingeha Fransayê bû, Jean Paul Sartre, rewşenbîr bû û ez dibêjim, hewceyî rewşenbîrekî din jî nedikir. Edward W. Said jî di doza Filistînê de rûniştibû. Heta di sala 2000´î de çend kevir jî di ser sînorên Îsraîlê re avêtibûn eskeran. Hey me qala Edward W. Said kir, peyveke wî ku derheqê rewşenbîran de gotibû, hat bîra min. Dibêje, “Rewşenbîr bê cih û war e” Ez jî dibêjim, rewşenbîr wardoz e, ne nivîskar e.

Kesên ku romana Şampaz xwendibin, bêguman niha li benda romanên nû ne. Ti proje li ber destên te heye?

Erê, em hatin pirsa “fîks menu”yê! Heyran, ma te jî ev pirsa han kir? Xuya ye ev pirs, pirsa herî dawiyê ye.

Ez dibêjim, xwendevanên Kurdî, niha teqez meraq dikin, bê gelo tu tiştekî dinivîsî, yan na?

Romaneke nû, dinivîsim. Hem bêhna min ji nivîsê re fireh e û hem jî hin pirsgirêk hene ku min asteng dikin, nahêlin zêde li nivîsîna wê germ bibim.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.