Lê ji aliyekî din ve jî serokê Amerîkayê Barack Obama got ku hemû rê û rêbaz li pêşiya wan vekirî ne û beriya ku biyara dawî bidin ew baş li ser vê biryarê mijûl dibin.

Obama li Meksîkayê derbarê aloziya li Sûriyeyê û ihtîmala bikaranîna çekên kîmyewî de got ku ji bo pêşgirtina li xwîna ku zêdeyî 2 salane tê rijandin ew hemû rêbazan di nav de destwerdaneke leşkerî jî nîqaş dikin.
Her wiha cara yekemîne ku Amerîkayê mijara biçekirina muxalefeta Sûriyeyê û alîkariya çekên ku bikaribin bersiva balafirên şer ên rejîma Esed bidin nîqaş kirine.

Veguhestina siyasî  

Obama got ku ew rê li ber hemû ihtîmalan vekirî dihêlin û piştî ku gumanên ji bikaranîna çekên kîmyewî zêde bûn ew dê biryarekê bigirin. Obama got raste em hemû ihtîmalan nîqaş dikin lê ew bi hevkarên xwe yên navnetewî re li rê û rêbazên herî baş ji bo veguhestineke siyasî û dawîanîna li rijandina xwînê digerin.
Wekî tê zanîn beriya demekê herdu aliyên şer hem hikûmeta Sûriyeyê hem jî muxalefeta çekdar hevdu bi bikaranîna çekên kîmyewî tewanbar dikin.

Li Helebê şer  

Li Taxa Eşrefiyê ya Helebê pevçûn di navbera Yekîneya Cebhet El-Ekrad û hêzên rêjîma Baas de rû da. Di encama pevçûnan de 10 leşkerên rêjîma Baas hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.
Yek ji fermandarên Yekîneya Cebhet El-Ekrad Ehmed Xedûr ji ANHA’yê re ragihand ku di saetên şevê de pevçûn di navbera çekdarên wan û hêzên rêjîma Baas de li herêma derdora çerxeriya yekem a Eşrefiyê û li nêzî postexaneya taxê rû dan e. Xedûr, da zanîn ku di encama pevçûnan de 10 leşkerên Sûriyê hatine kuştin û bi dehan birîndar bûn e.