
Grevên birçîbûnê yên ji bo azadiya Ocalan pêl bi pêl zêde û mezin dibin. Jinên ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke azadiya xwe dibînin dibêjin, "Heger rêyek ronî li pêş hebe, ew jî di Îmraliyê re derbas dibe."
Grevên birçîbûnê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirin, bajar bi bajar belav dibin û werdigerin 'grevên azadiyê'.
Jinên li Mêrdînê yên ku ji bo azadiya Ocalan ketin greva birçîbûnê, tînin ziman ku tecrîdkirin sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bang li hemû kesan dikin ku piştgiriyê bidin çalakiya wan a 'azadiyê'.
Hevseroka DBP'ê ya rêxistina Bajarê Mêrdînê, Şaha Memîş derbarê çalakiyan de dibêje, di bin navê Rewşa Awarte de tê xwestin ku dengê aliyên mixalif bên qutkirin û wiha dewam dike: "Kaosa ku li vî welatî heye, bi tenê dikare bi azadiya Abdullah Ocalan ji holê rabe. Divê demildest deriyên Îmraliyê vebin."
Leyla Şaman a ku beşdarî greva birçîbûnê ya li Nisêbînê bûye, dibêje ku divê bi taybetî jî jin li dijî tecrîdê têbikoşin. Şaman wiha dewam dike: "Heta ku agahiyek baş em derbarê tenduristiya Abdullah Ocalan de bigirin wê çalakiyên me dewam bikin. Yan, deriyên Îmraliyê wê vebin û hevdîtinê pêk werin, yan jî gelê Kurd wê dakeve meydanan. Em li vir bang li hemû jinan dikin ku li ba me bisekinin û piştgiriyê bidin çalakiyên me yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan. Ji ber ku li pêşiya me rêyeke ronî hebe ew jî ji Îmraliyê derbas dibe. Em li dijî vê tecrîdê bê deng nemînin."
ANF / MÊRDÎN