Hevserokatiya Desteya Rêveber ya KCK’ê da diyarkirin ku, Şervan Muslim ku 9’ê Cotmehê di pevçûnek ya li Girê Spî ji aliyê komên çete ve hate qetilkirin û Tirkiyeya ku piştgiriyê dide van çeteyan dê li Rojavayê Kurdistanê mehkûmî windakirinê be. KCK’ê destnîşankir ku, çete sûcê mirovahiyê dikin û got: “Dewleta Tirk jî hevkarê vî sûcê mirovahiyê ye.”

KCK’ê di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got: “Li Rojavayê Kurdistanê di encama êrîşên çeteyan de kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim Şervan Muslim şehî dket. Em sersaxiyê ji Salih Muslim û malbata wî re dixwazin. Weke dayîka Şervan Muslim dayî diyarkirin, “Şervan şehîdê hemû gelê Kurdistanê ye”. Şehîd Şervan rûmeta hemû gelê Kurdistanê ye. Bêgûman dê bîranîna şehîdên şoreşa Rojava  bi jiyanek ya demokratîk û azad bitac bikin. Em pê bawerin ku gelê qehreman yê Rojavayê Kurdistanê dê vê biser bixe.
Tirkiye ku dijminahiya şoreşa Rojava dike, şer veguhestiye Rojava. Ji hemû komkujî û cînayetên Rojava dewleta Tirk berpirsyare. Her çendî dewleta Tirk biderewand jî, lê di serî de gelê Rojavayê Kurdistanê, hemû gelê Kurd û hemû cîhan dizane ku li pişt van êrîşkaran Tirkiye heye. Ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê azadiya xwe qezenc neke, çeteyan bi Kurdan re dide şerkirin.
Li Rojavayê Kurdistanê Tirkiye mehkumê winda kirinê ye. Ji ber ku gelê Kurd armancên van êrîşan dizanin, ji bo avakirina jiyanek azad û demokratîk dê hemû bedelan bidin. Şahadeta kurê Salih Muslim careke din ev rastî nîşanda ye.
Li Rojavayê Kurdistanê çeteyên çekdar sûcê mirovahiyê dikin. Çeteyên li hemberî şervanên YPG’ê winda kirin, dest bi qetilkirina sivîl û bêserûber bombekirina herêmên sivîl kir. Dewleta Tirk jî hevkarê vî sûcê mirovahiyê ye.
Dewleta Tirk şerekî pir xeter û qirêj birêve dibe. Gelê Kurd û mirovahî dê vî şerê qirêj qebûl neke. Dewleta Tirk ji ber vî şerê qirêj ê birêve dibe dê di nav gunehan de bixeniqe.” 

ANF/BEHDÎNAN




Ji Barzanî û Berham Salih peyam

 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirê Sekretêra giştî ya Partiya Yekîtiya Neştîmanî Berhem Salih li gel hejmarekî ji nunerên partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê birûskê sersaxiyê ji malabata hevserokê PYD şandin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Cîgirê Sikretêra giştî ya Partiya Yekîtiya Neştîmanî Berham Salih, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Komînîst ya  Kurdistanê, Komîteya Têkliyên Dîblomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo şehadeta kurê hevserokê PYD’ê Şervan Salih Muslim ê ku di pevçûnên li hemberî komên çeteyan de jiyana xwe ji dest dabû, birûskê sersaxî şandin. Di birûskan de hate diyar kirin ku gelê Kurd li ser riya azadiya xwe gelek şehîd dane û tu carî dest ji riya azadiya xwe bernade.
Di birûska ku li ser malpera serokatiya Herêma Kurdistanê hate belavkirin de wiha hate gotin: “Bi navê birêz Mesûd Bazanî agahiya şehadeta kurê we (Şervan Salih Muslim) em gelekî êşandin. Em sersaxiyê ji we û malbata we re dixwazin. Gelê Kurd ji bo azadiya xwe gelek qurbanî û şehîd dane.” Her wiha di birûskê de hate gotin: “Em bi fedekariya kurên xwe piştrast in ku xwîna wan erzan naçe û gelê Kurd ê bigihêje armanc û mafê xwe yê rewa.”
Li gorî malpera fermî ya YNK’ê (PUKMEDIA) Cîgirê Sikretêra giştî ya Partiya YekîtiyaNeştîmanî Dr. Berham Salih bi têkliyeke telefonê li gel hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) axivî û sersaxî ji wî û YPG’ê re xwestiye.  Li aliyekî din peyamek ji Dêra Suryanên Ortodoks ya bajarê Dirbêsiyê ji bo malbata Salih Muslim şand û têde hate gotin: “We di vê aloziyê de welaparêzî û dilsoziya xwe diyar kir û çespand. Em jî serê xwe bi berxwedana we bilind radikin û piştgiriya we dikin heta ku Sûriyê Azad dibe û heta ku azadiya hemû pêkhateyan têde were parastin.”

NAVENDA NÛÇEYAN