Bi wesîleya salvegera darvekirina Leyla Qasim û 'Şehîdên 9’ê Gulanê' Şîrîn Elemhûlî û hersê hevalên wê Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî û Elî Heyderyan ku ji aliyê rejîma dîktator ya Îranê ve hatibûn darvekirin, pêr li navçeya Ranya Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) bi daxuyaniya çapemeniyê ku bi sedan welatî beşdar bûbun hate bîranîn. Daxuyaniya ku ji aliyê RJAK’ê ve hate xwendin de wiha hate gotin: “Di dîroka Kurdistanê de dewletên serdest û dagirkerên Kurdistanê jibo tekbirin û şikandina vîna azadîxwaziya gelê Kurd û herwisa jibo binxistin û pûçkirina şoreş û serhildanên gelê Kurd hemû şêwaz bikaranîne. Her çendî ku beriya salên 70’êyan de rêxistina jina Kurd gelek lewaz bû jî lê derketina kesayetek wek Leyla Qasim nimûneya zindîbûna gelê Kurd û bitaybet jina Kurde. Ev rastiye jî danî holê ku jina Kurd jibo berxwedan û şehîdbûn û pêşengiyê amedene.”
Di daxuyaniyê de hate gotin , herçendî partiyên wê demê xwediyê bîrdozî û felsefeyek bihêz ya azadiya jinê nebûn jî jina têkoşer û pakrewana Kurd Leyla Qasim karî li erkê xwe yê netewî û dîrokî têbigehe û xwedî derbikeve. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Îro 37'emin salvegera darvekirina Leyla Qasim de derbaz bûn lê dagirkerên Kurdistanê tu guhertin di siyaseta xwe ya li hember gelê Kurd de ne daye çêkirin.”
'Emê têkoşînê bilind bikin'
Di dewama daxuyaniyê de bi vî awayî hate gotin: “Rejîma Komara Sêdara Îslamî Îranê sala 2000’ê bi heman mejiyê rejîma ku Leyla Qasim dardekiribû di 9’ê Gulanê de jina şoreşgera Kurd Şirîn Elemhûlî û rêhevalên wê Elî Heyderan, Ferzed Kemanger û Ferhat Wekîlî li zindana Êwîn ya Tehranê dardekirin. Di heman demê de dardekirina wan rêhevalan tê wateya ku îxanet li gelê xwe û şoreşa xwe ne kirin jibo wê dijminê hov li xwe ranegirt û ew dardekirin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi hezaran jinên Kurd li zîndanên Tirkiyê de ne û li Rojhilatê Kurdistanê jî gelek jinên Kurd di zîndanên Îranê de hene ku ji wan re cezayê dardekirinê hatiye birîn û li rastî hemû core tundûtîjî û işkenceye tên û yek ji wan jî jina tekoşer Zeynep Celalyane ku agahî ji rewşa wê nayê girtin. Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wek Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) di salvegera dardekirina herdû jinên tekoşerên Kurd Leyla Qasim û Şîrin Elemhûlî û 'Şehîdên 9’ê Gulanê' Ferzed Kemanger, Ferhat Wekîlî û Elî Heyderyan bang dikîn ku em bi hev re jibo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû girtiyên siyasî berbi rêbaza berxwedana tekoşîna azadîxwaziya jinan û li ser rêbaza Sakîne Cansiz û şehîdên Parîsê têkoşîna jinan bilind bikîn. Ji ber ku bi bilindkirin û bihêzkirina tekoşîna azadîxwaziya jinê em dikarîn dawiyê li hemû tundûtîjî bînîn û mafê netewî û demokratik û zayenda xwe bidest ve bînîn.”
Ji Yekîtiya Star daxuyanî
Rêxistina Yekîtiya Star jî li Efrînê ji bo salvegera bîranîna darvekirina herdu têkoşerên jin ên Kurd, Leyla Qasim ku di 12 Gulana 1974’an de bi destê rejîma Baas a Iraqê hatibû darvekirin û Şirîn Elemhûlî ku di 9’ê Gulana 2010’an de bi destê komara Îslamî ya Îranê hatibû darvekirin, daxuyaniyek da. Daxuyanî li Navenda Perwerde û Zanista jinê ya Efînê bi beşdariya dehan jinan hate xwendin. Di daxuyaniyê de tê gotin: "Di salvegera darvekirina herdu têkoşerên Kurd Leyla Qasim û Şêrîn Elemhûlî ku bi destê herdu rejîmên Baas a Iraqê û Îslama Îranê ve hatine darvekirin, em jinên Kurd hemû kiryarên tunekirin û çewisandinê yên rejîmên desthiladar li ser gelê Kurd bi tundî şermezar dikin."
Di dewama daxuyaniyê de tê gotin: "Di dîroka gelê Kurd de gelek qurbanî hatine dayîn, lê ji ber ku jinên Kurd herdem li dijî kiryarên çewisandinê têkoşîn kiriye û çanda û hebûna Kurdan parastiye, bûye armanca hêzên desthilatdar û gelek qurbanî dane."
Daxuyanî wiha dewam dike: "Leyla Qasim û Şirîn Elemhûlî, bi têkoşîna xwe ya li dijî rejîmên diktator li Iraq û Îranê, efsaneya berxwedana gelê Kurd nivîsandine, ew wijdan û vîna gelên bindestin. Wan bi vîna xwe ya têkoşer, yekîtiya jinên Kurd, çanda xwedawendan, çanda evîn, dadmendî û exlaqê civakê afirandine."
Di dawiya daxuyaniyê de soz hate dayîn ku, jinên Kurd wê rêya têkoşîna Leyla û Şirîn bişopînin, her wiha soz hate dayîn ku, rêya berxwedana jinên azad bişopînin ta ku serkeftinê bidest bixin.
RANYA/EFRÎN