Ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nexasim ji aliyê PDK’ê ve ji 16’ê Adarê ve Deriyê Sêmalka li ser gelê Rojavayê Kurdistanê hatiye girtin. Li ser mijarê, Wezîrê Çandiniyê yê Herêma Kurdistanê, Ebdulstar Mecîd destnîşan kir ku girtina Deriyê Sêmalka ne tenê ziyanê bi Rojavayê Kurdistanê digihîne, di heman demê de ziyanê digihîne Başûrê Kurdistanê jî. Mecîd got: “Di serî de ez girtina sînorê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de şermezar dikim. Li gorî min girtina Deriyê Sêmalka çend ziyan gihandibe Rojava, ewçend zerar daye Başûrê Kurdistanê jî. Ji ber vê yekê aliyên ku ev kar kirine, pêwîst e xwe li ber çavan re derbas bikin li ser vê mijarê.”

Mecîd weha peyivî: “Ji ber nakokiyên siyasî  girtina Deriyê Sêmalka li ser biryarên me ên Rojava, nabe mirov aliyê mirovî beşdarî vê mijarê bike. Ji ber ku hebûna peywendiyên asayî û yasayî di vê demê de ji bo gelê Kurd gelek pêwîst û girîng in. Di warê pêşketina aborî, ziraetê de jî girîngiya xwe heye û taybetmendiyên xwe hene.”


'Divê welatî nebin qurbanê nakokiyên siyasî'

Wezîrê Ziraetê yê Herêma Kurdistanê Ebdulstar Mecîd herî dawî got: "Pêwîst e hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybetî Serokê hikûmetê li ser vê rewşê bêdeng nebe û vî sînorî vekin. Ji gorî yasayê ji bo herdu aliyan jî guncav be. Ziyan li ti aliyan nebe û welatî nebin qurbanê nakokiyên siyasî." 


 ROJNEWS/SILÊMANÎ