Yek ji van jinan jî Aktivîsta Platforma Ji Bo Aştiyê Reda Wîjdanî Canan Soylu ye. Soylu. di sala 2010'an de ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bibe û kuştinên ciwanan bi dawi bibe daxwaza xwe ya Reda Wijdanî aşkere kir. Canan Soylu, wekî jinekê Reda Wîjdanî aşkere kir û li dijî tundî, şer û kuştinê dengê xwe bilind kir. Soylu, anî ziman ku wekî jinekê reda wîjdanî watedar dibîne û bi vê yekê helwesta jinê ya li dijî tundî û şer aşkere kiriye. Soylu, li ser reda wîjdanî û sekna xwe rawestiya û wiha got: "Dema min biryara Reda Wijdanî da min ev tişt got; Ez li hemberî înkar û îmhayê, li hemberi polîtîkayên înkar û bişaftinê nikarin bêdeng bimînin. Bi taybeti li herêma şer û pevçûnan, li herema operasyonan jin rastî gelek zahmetiyen dijwar tên. Ez gelek caran bûm şahidê dayikên ku zarokên wan hatin kuştin bûm. Tu cari hêsirê çavê wan nesekinî. Bi taşbetî di demên dawîe de wekî jinêin anarşist em li dijî şer rawestiyan û me daxuyaniyên reda wijdani dan. Em dibêjin li ser vê axê şer heye. Li dijî binpêkirinê gelê ji bo mafê xwe têdikoşe heye. Divê herdu aliyê rastiyê bê dîtin. Lê herdu aliyen rastiye nayên dîtin."

'Em jin di nava tundiyê de dijîn'
Soylu, destnîşan kir ku ew dixwazin tundî û şerê li ser vê axê bi dawî bibe û kesên dibêjin "Di ber vê axê û welatî de cenê min feda" bê pirs û sual diçin. Soylu, da zanîn ku ew li dijî militarizmê reda wijdanî bikar tînin û wiha got: "Em tu carî îxtîdarî, serdestî, hîyerarşî û cudakariya zayendiyê qebûl nakin. Em wekî jin di her qadê jiyanê re rastî tundiye tên. Em gelek caran raste rast, dibin hedefa êrîşê. Em rastî tacîz û tecawizê tên. Divê ji bo azadiyê em reda wijdanî bikar bînin. Ez li vir bang li jinan dikim û dibêjm pêwiste jin jî di nava vê tekoşîne de cih bigirin. "

'Dewlet dixwaze gelê Kurd tune bike'
Soylu, fikrên xwe yên ji bo reda wijdanî wiha anî ziman: "Gelê Kurd jî xwedî mafe ku xwe bi rêxistin bike û biryara xwe bi xwe bide. Li vi welatî şerekî şek alî heye. Dewlet dixwaze gelê Kurd tune bike. Dixwaze bê vîn û bê ziman bihêle. Dixwaze asîmîle bike. Dewlet di zarokatiyê de gotina "Ez Tirk im, rastim" bi zarokan dide xwendin û wan asîmîle dike."
Soylu, xwest êdî li Tirkiyeyê Reda wijdanî bibe civakî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê her kes li vî welatî aştiyê bixwaze. Divê her kes li diji tundiyê raweste. Em naçin leşkeriyê û xwîna birayê xwe narijînin. Divê her kes tev li vê çalakiyê bibe. Divê jin li dijî feraseta militarîzmê dengê xwe bilind bikin û gotinên xwe bînin ziman. Divê her kes tev li çalakiya Reda Wijdanî bibe û reda xwe aşkere bike."

STENBOL 




2221 leşkeran 'xwe kuştine'!

Wezîrê Parastinê yê Tirk Îsmet Yilmaz bersiv da pêşniyarpirsa Parlementerê yê Wanê BDP’ê Ozdal Uçer û Parlementerê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû ya der barê xwekuştina leşkeran di nava artêşa Tirk de û diyar kir ku di 22 salan de 2 hezar û 221 leşker xwe kuştine, 1601 leşker ji ber qeza û ji bo “wisa li xwe bikin ku bi kêrî leşkeriyê nayên” mirine.
Bi taybet di van salên dawiyê de, mirinên bi guman ên leşkeran di nava artêşa Tirk de zêde dibin. Piraniya hincetên wan wiha ne; “xwe kuştin, brûks lê xist, ceyran girt, bi qezayê mir…” Lê tişta balkêş piraniya van leşkeran Kurd in.
Wezîrê Parastinê yê Tirk Îsmet Yilmaz got ku di 22 salan de 2 hezar û 221 leşker xwe kuştine, 1601 leşker ji ber qeza û ji bo “wisa li xwe bikin ku bi kêrî leşkeriyê nayên”, qezaya bi çekan, an jî ji wsayîtên leşkerî ketine, mar pêve dane, brûsk lê xistine, ceyran girtine û an jî ji cihekê ketine, mirine.