Nivîskar û lêkolînerê Kurdistanî Dana Celal da zanîn ku belgeya siyasî ya Meclîsa Damezrîner ji bo gelê Sûriyê serketinek e û armancên şoreşa Rojava pêk tîne.

Dana Celal, ji bo naveroka belgeyê dibêje, "piştî têkçûna bihara gelan, nêrînên şoreşê derdixe pêş, di hindirê wê de demokratîbûyîn heye. Ev jî piştî ku hêzên tarî li hember hêzên demokrasîxwaz ên ku şoreş dane destpêkirin, pêk hat."

Wekheviya di navbera jin û mêr de

Celal bi bîr dixe ku belge bi bendên xwe yên siyasî têgehên hevbeşiya aborî, siyasî; wekheviyê di warê dabeşkirina berhem û desthilatdariyê de bi pêş dixe û dibêje "her wiha wekheviya di navbera jin û mêr de xurt dike. Di belgeyê de her wiha projeya çareseriya federaliya cografî dûrî sîstema netewe-dewlet pêşniyaz dike."

Navê Rojava diparêze

Celal îşaret pê dike ku federaliya cografî navê Rojava jî diparêze û wiha dewam kir: "Em dikarin vê yekê wekî serketineke mezin bi nav bikin. Ji ber ku wê pirsgirêka girêdana Kobanê û Efrînê çareser bike. Ev belge wekî serketineke mezin e ji bo gelê Sûriyê."

Nivîskar Dana Celal ji bo îşaretpêkirina xala herî balkêş ji bo xwe di belgeyê de jî

dibêje, "Xalên wê hevpeymaneke civakî di navbera gelên azad, ol, mezhebên cuda de çêdike. Sernavên sereke yê vê hevpeymanê hewldana rakirina sîstema netewe-dewlet a nijadperest û qanûnên wê û avakirina demokratîkbûyînê ne."

'Ji bo gelê Sûriyê şoreşeke fikrî'

Dana Celal îşaret bi têgînên nû li Rojhilata Navîn ên wekî welat, dewlet, sîstema siyasî, civakî, aborî dike û dibêje, "Fikrê şoreşa Sûriyê ku rêxistinên terorîstî maneya wê nehiştin, vedigerîne fikira xwe ya durist."

Nivîskar û lêkolîner Dana Celal cudahiya federaliya demokratîk jî rave dike bi wê yekê ku dibêje, hêzên din ne xwedî çareserî ne û "Projeya Sîstema Federaliya Demokratîk pirreng e, dikare bi ser bikeve ji ber ku bi tevlîbûna her pêkhate, ol û mezheba Sûriyê hatiye amadekirin."


CÎHAD ROJ / ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN