
Derhênerê mixalif ê îranî Cafer Penahî bi filma xwe ya bi navê "Taxi" di 65. Festîvala Filman a Berlînê de weke filma herî ba hat hilbijartin û hêjayî xelata Hirça Zêrîn hat dîtin.
Sala 2010´an rejîma Îranê li Penahî qedexe kir filman çêke, lê belê wî derhînana filman dewam kir û ji hingê ev filma wî ya sêyem e. Ji bo ku karibe xelata xwe wergire Penahî nedikarî were Elmanyayê, li şûna wî xwarzêya wî Hana Saîdî di merasîma xelatdayînê de xelat wergirt.
Di filma Taxi de fikrêen di biwara Tehrana roja me ya îro de parve dike, dema ku ew bi xwe taksiyeke zer diajo û dîmenan bi kamerayeke di wesaîtê de bicihkirî digire, da ku rayedarên îranî gumanê nebirin û wî asteng nekin.
Film yek ji 19 namzetên xelata Hirça Zêrîn bû. Serokê juriya festîvalê derhînerê Emerîkî Darren Aronofsky di bi wara filmê de got, "sînordarkirin pirî caran îlhamê didin filmçêkeran da ku bibin serhatîbêj û karekî baştir bikin. Lê belê ev astengkirin carinan dikarin ewqasî mirovan teng bikin ku projeya xira bikin û ruhê hunermendan jî bifetisînin."
Wî gotinên xwe di biwara filmê de weha dewam kirin: "Li şûna ku destûrê bide ruhê wî were perçiqandin, li şûna ku destûrê bide bi kîn û bêzariyê tijî bibe, Cafer Penahî nameyeke evînê ji sînemayê re afirand. Filma wî tijî ye ji evîna ji bo hunera wî, civaka wî, welatê wî û temaşevanên wî."
BERLÎN