Mentik, anî ziman ku xebata tevgera azadiya gelê Kurd li Tirkiyeyê gihiştiye astekî herî pêşketî û wiha got: "Ne tenê ji aliye çekdarî, ji aliye siyasî ve jî gihiştiye asteke herî pêşketî. Ji aliye dîplomasiyê ve jî Kurd rola xwe dilîzin. Ev pêşketinê kurtên Tirkiyeyê polîtîkaya Tirkan a li dijî gelê Kurd pûç kiriye. Îro wek bere amûrê di deste deshilat heye di deste pir kes û rêxistinan de hene. Dewleta Tirk bi hemû rêya bikar tîne ku, rê li ber pêşketina Kurdan bigre. Ev rêgirtina herî girîng jî, dixwazin pêşiya Ocalan bigirin. Dewleta Tirk bi hemû rêyan dixwazin Brêz Abdullah Ocalan li dervî siyaset bihêlin. Lê Tirkiye bi ser nakeve, ji ber ku PKK ne tenê li Tirkiye, li 4 aliyên Kurdistan xwedî hêzeke mezin e. Bandora Brêz Ocalan a li ser civaka Kurd pir mezin e. Li 4 aliyê Kurdistanê Kurd piştgiriyê didin Ocalan. Li gorî nerînê min tecrîda li ser Ocalan têk çûye û encamê nagire."

'AKP polîtîkaya Osmanî dimeşîne'

Dr. Kamûran Mentik li ser siyaseta îro a Tirkiye ji aşivî û wiha berdewam kir: "AKP li dijî herkesî di nava xapandinê de ye. Siyaseta îro nûkirina polîtîkaya Osmanî ye. Siyaseta Îttîhatî Teraqî ne. Wan komkujiya Ermeniyan kirin. Di şerê cîhaniya yekem de komkujiya Kurdan kir. 700 hezar Kurd koçber bûn. Niha cihê wan nayê zanîn. Hikûmeta AKP'ê siyaseta Osamanî nu dike û pêş dixe. Hewl dide ku neteweya Tirk ji holê rake. Feraseta AKP û Kemalistên bere yek e. Wezîrê Karê derve Davûtoglu di teze xwe de ne gihiştina armacên netewê dervî Tirk aşkere diyar dike. Mebesta Davûtoglu Neteweya Kurd li Bakûrê Kurdistan e. Dibe Kurdên hemû beşan bigihêjin vê qenetê ku, mijara azadî, demokrasi li Tirkiya dibin deshilatiya AKPê de ye. Dixwazin Kurdan ji siyasetê dûr bixin. Siyaseta AKP'e berdewamiya polîtîkayên Osmanî ye. Lê Tevgere Azadiya Gelê Kurd li hemû qonaxan bi hêztir bûye."
Mentik, da zanîn ku di sedsala 21’an de siyaseta Tirkiyeyê xizmeta civakê nake û wiha pêde çû: "Tiştê îro li ser navê maf, azadî, demokrasiyê tên meşandin ji rastiyan dur e. Tirkiye ji vê siyastê ji herkese pêtir zerar dîtiye. Lazim e ku Tirkiye dest ji wê siyaste berde."
Mentik, li er siyaseta Ewropa jî rawestiya û destnîşan kir ku ewropa ji aliye mafê mirov ve xwe wek hêzekî sereke dibîne, lê ewropa ji bo berjevendiyê xwe li gel Tirkiyê di wî warî de, pirr nerme û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ewropa dixwaze hêdî hêdî Tirkiye li gora krîterê xwe biguhere. Bi raya min têgiştinê Ewropiyan pirr şaşe. Çinku Tirkiye heke ber bi Ewrûpa biçe ji bo rejîma xwe demokrat bike naçe. Dibe ku, ji bo ew dema Kanûna Sûltan Silêman li ber deriye Ewrûpa dîsan dagir bike. Dibe Ewrûpa li ser krîterê xwe raweste û pêşgiriya siyaseta dewleta Tirk ya li ser Kurdan neke.”

AZÎZ KOYLUOGLU - DÎHA/HEWLÊR