Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî dijwar didome. Parêzerên Ocalan vê rewşê ji tecrîdê wêdetir weke 'windabûnê' bi nav dikin. Dayikên ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê diyar kirin ku Ocalan mifteya şer û aştiyê ye û ji rejîma Erdogan û AKP'ê re gotin, "Hebûna Ocalan hebûna gelê Kurd e."

Dayika Aştiyê Ezîne Dal bi bîr xist ku ev saleke wan ti agahî ji Ocalan negirtine û tenê birayê wî carekê ew dîtiye. Dal diyar kir ku Ocalan ji bo gelan mifteya aştî û demokrasiyê ye û got, "Rêbertî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo rizgariya Tirkan jî girîng e. Tecrîda li ser Rêberê me tecrîda li ser gelê Kurd e."

Dal dest nîşan kir ku divê tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin û bang li rejîma AKP-Erdogan kir: "Bila Erdogan û AKP xwe û kesî nexapînin; Kurd gelekî berxwedêr in, heta dawiyê dilsozê Rêberê xwe ne û ti carî dev ji Rêberê xwe bernadin.”

Dal anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vîna gelê Kurd e.


‘Em bi fikar in’

Sakîne Guven da zanîn, ku tecrîd zilmeke gelekî mezin e. Guven diyar kir, ew ê serê xwe li ber kesên vê zilmê li wan dikin netewînin û ji dewleta Tirk û Erdogan re got, "Sebra gelê Kurd nefûrînin. Gelê Kurd serî li ber we natewîne. Rêberê me nebe ne aştî dibe, ne jî rijandina xwînê diqede. Em gelekî bi fikar in. Bi ti awayî nikarin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Em nizanin bê çi bi Rêberê me kirine. Pêwîst e tavilê daxuyaniyek li ser rewşa Rêberê me were dayin û hevdîtin pê re bê kirin."


Tirsandin bê fêde ye

Emîne Erbek da xuyakirin ku rejîma AKP û Erdogan hewl dide bi rêya tirsê tecrîdê bi gelê Kurd bide qebûlkirin û bang li gelê Kurd kir ku li dijî tecrîdê dakeve kolanan. Erbek dest nîşan kir ku bi tirsê gelê Kurd wê dev ji Rêberê xwe bernede.


Sazî divê bi erka xwe rabin

Guler Bûgday bi bîr xist ku tecrîd weke polîtîkayeke dewletê bi rengekî dijminane li dijî Ocalan tê meşandin û bal kişand ser girîngiya kar û barên HDP'ê û saziyên din ên li dijî tecrîdê. Bûgday diyar kir ku saziyên divê pêşengiyê ji gelê re bikin, lazim e li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê û xwest, hemû partiyên siyasî, saziyên demokratîk, hêzên dost, rewşenbîrên Tirk û gel derhal bikevin nava tevgerê.


SEDAT SÛR/ANF/STENBOL