YRD'ê bibîr xist, ku Agir Banê sala 1988'an li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û sala 2011'an tevlî nava refên gerîla bûye.
YRD di daxuyaniya xwe de got, "Hevrê Agir, tecrûbeya xwe ya li qada gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi karê çapemeniyê re kir yek û bû yek ji kedkarên serketî yê kevneşopiya çapemeniya çiyê. Gava dest bi vî karî kir, ti tecrûbeya xwe tinebû. Tevî vê yekê jî di nava demeke kurt de bi daxwaz û hewldaneke mezin xwe gihand nuqteyeke ku hînî her tiştî bû. Yek ji taybetmendiyên wî yên sereke ew bû ku karê xwe bi hesasiyeteke mezin û bi rengekî herî bedew dikir."
YRD da zanîn ku Agir Banê dixwest hem gerîlatî hem jî karê çapemeniyê bi hev re bimeşîne, berê xwe ji ber vê da Şengalê û weha dewam kir: "Wî dixwest berxwedana şervanên azadiyê ya li hemberî wehşeta li Şengalê, nîşanî cîhanê bide. Di oxira vê armanca xwe ya mezin de şehîd ket. Tevî pêngava şervanên azadiyê ya li Geliyê Şîlo bû û xwest vê lehengiyê nîşanî tevahiya cîhanê bide."
YRD got, li dijî zilmê hevalên wan "li her derê wê rastiyê binivîsînin".
NAVENDA NÛÇEYAN