GIMGIM: Komîsyona Jinê ya Nûnertiya Egîtîm Sen'ê ya Gimgimê bi minasebeta 8'ê Adarê bi daxuyaniyekî nivîskî bang li hemû kesî kir ku tevlî bernameya 8'ê Adarê bibin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 9'ê adarê de saet di 13.00'an de dê li ber Kargeriya Şaredariyê daxuyaniyê bidin û seat di 13.30'an jî dê Navenda Çandê ya Mordem bernameyê li dar bixin.

ENQERE: Jinên ÎHD'î jî bi heman armancê daxuyaniya nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 8'ê Adarê de ya dikeve beriya jinan têkoşînê bilind bikin û pergala zilam ji holê rabikin û azad bibin û wiha hate gotin: "Beden û jiyana jinan ji aliyê zilaman ve tê kontrolkirin. Hikûmet li hemberî mafê jiyanê nîqaşên kurtaj û sezeryanê anîn rojevê. Hikûmetê bi vê yekê komkujiya Roboskiyê veşart. Em weke jinên ÎHD'î bang li hemû jinan dikin ku li hemberî neqehiyan têkolîşînê bidin û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin."
ERDÎŞ: Li bajaroka Eganisê ya Erdîşê jî jinên DOKH'î ji jinên girtî re qert şandin. Seroka Rêxistina BDP'ê ya Eganisê Perîhan Saglam li ber PTT'a Eganisê daxuuyanî da û wiha got: "Ji ber nêrînên xwe gelek hevalên me yên jin di girtîgehan de dîl tên girtin." Saglam di daxuyaniyê de bertek nîşanî polîsê sivîl ê dimen dikêşan da û wiha axivî: "Nêrîna azadiyê ya li Tirkiyeyê li pişt me disekin e. Her tiştê me dişopîn in." Piştî daxuyaniyê jinan qert şandin.
ERXANÎ: Nûnertiya Egîtîm Sen'ê ya Erxaniyê jî li Salona Konferansê ya Şaredariyê bernameyek li dar xist. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Erxaniyê Cavîdan Yaman, Alîkara Şaredarê Erxaniyê Bîrsen Azak, KurdÎ-DER, SES, ESP û gelek jinên din tevlî bernameyê bûn. Piştî rêzgirtinê bernameyê dest pê kir û helbest hatin xwendin. Piştî sînevîyona dîroka 8'ê Adarê vedigot hate pêşandan Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Erxaniyê Yaman axivî diyar kir ku ew dê têkoşîna xwe hêj bilind bikin.
YENÎŞEHÎR: Li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê jî bi heman armancê Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu û Serokê Şaxa Belediye-Îş'ê Vezîr Perîşan ji xebatkarên şaredariyê yên jin re qurnefîl belavkirin.
SUR: Şaredarê Sur Abdullah Demîrbaş jî bi xebatkarên jin ên şaredariyê re di taştê de hate cem hev û 8'ê Adarê li jinan pîroz kir. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Alîkara Şaredar Azîze Kutlu û endamên meclîsa şaredariyê tevlî taştê bûn. Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş axivî û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.
SÊRT: Komîsyona Platforma Şaxên KESK'ê ya Sêrtê li saziyên tenduristiyê geriyan û ji xebatkarên jin re findên li ser nivîsa "Tu jî ji tarîtiyê re findekê hilbike" belav kirin. Piştî bernameyê Endama Komîsyona Şaxa SES'ê ya Sêrtê Gulşen Çîftçî Ozdemîr daxuyanî da û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.
SEMSUR: Platforma Jinan a Semsurê ji bi heman armancê li navenda bajar û taxan ji bo tevlîbûna meşa 8'ê Adarê belavok belav kirin. Jin dê sibê seat di 12.00'an de li Sûka Astengdaran bên cem hev û heta Parqa Demokrasiyê meşekê li dar bixin. Piştî li parqê pêşengeha wêneya hate vekirinê dê li Kolana Fîlîstînê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
AMED: Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê jî bi heman armancê li ber Fakulteya Avahîsaziyê heta qada basketbolê meş li dar xistin. Di meşê de pankrata "Se jinen azad kulîken azadiye namirin" a wêneyên 3 jinên li parîsê hatin qetilkirin vekirin û sloganên "Rêhevala Sakîne nemir e" û "Destên dirêjî jinan dibin bişkên" berz kirinş. Xwendekarên di bin dorpêça polîsan de meşiyan piştî rêzgirtinê xwendekara bi navê Leyla Akat daxuyanî xwend û wiha got: "Têkoşîna jinên Kurd a azadiyê di nava têkoşîna jinên cîhanê de cihê xwe girt. Têkoşîna jinên Kurd hemû civak jibo înşaya civakekî demokratîk bû hêzekî bingehîn." Piştî daxuyaniyê xwendekaran govend girtin. Polîsa ji ber stranên tên gotin ên PKK'ê ne amûrên xwendekaran dest ser kirin û li ser vê yekê xwendekaran slogana "zext me bêzar nakin" berz kirin.
DÊRSÎM: Amadekariyên mitîga sibê li Dêrsîmê pêk bê ber bi dawîbûnê ve diçûn. Xebatên mitîngê bi civîn û belavkirina belavokan berdewam dikin. Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn, Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, DOKH, EMEP, ESP û gelek saziyên din ên jinan li navenda bajar belavok belavkirin û qurnefîl belav kirin. Piştî jina belavok belav kirin abîdeya azadiyê ya ji bo Zeynep Kinaci (Zîlan) hate çêkirin ziyaret kirin.
Mitîng dê sibê seat di 11.30'an de li bi meşa ji ber Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsîmê dest pê bike. Piştî jin li Qada Seyîd Riza kombûn dê Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Seroka EMEP'ê Selma Gurkan û Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak dê biaxin. Piştî mitîngê jin dê gora Sakîne Cansiz ziyaret bikin.
ŞIRNEX: Wekîlê Şardarê Şirnexê Faîk Saltan gul ji jinên xebatkar ên şaredariyê û saziyên sivîl re belavkirin û 8'ê Adarê li wan pîroz kir.
XERPÊT: Aktîvîstên Platforma Jinan a Xerpêtê jî li Qada Postaxenayê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankrata "Ji metîngeriya zayendî, netewî û siyasî re na" vekirin û sloganên "Ji şer ra na aştî di heman demê de", "Jin jiyan azadi" û "Zilma lê didin dewlet diparêz" berz kirin. Li ser navê jinan Nebahat Kaya daxuyanî xwend û wiha got: "Ji ber pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareser nabe her roj dayik zarokên xwe winda dikin." Piştî daxuyaniyê jinan ji Parlementera AKP'ê ya jin Sermîn Balîk re faks şandin.
QOSER: Xwendekarên Navenda Etutê ya Mehmet Yalçin a Şaredariya Qoserê bi heman armancê bernameyek li dar xistin. Bernameya li salona konferansê pêk hat gelek xwendekar tevlîbûn. Di berameyê de hate diyarkirin ku ew 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin ji bîr nakin.
Piştî axaftinan sînevîzyon hate pêşandan û bername bi muzîk û helbestan bi dawî bû. 

NAVENDA NÛÇEYAN




Ji jinên ciwan meşa bi meşale  

Jinên Ciwan ên Wargeha  Penaberan a Şehîd Rûstem 8’ê Adarê bi meşeke meşaleyî pêşwazî kirin.  Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, jinên ciwan ên wargehê meşeke bi meşale lidar xistin.
Piştî meşê li ser navê Komalên Jinên Ciwan daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê  de 8’ê Adarê di serî de li jinên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de cih digirin û li tevayî jinên kedkar ên cîhanê tê pîrozkirin. Dîsa di daxuyaniyê de hat gotin ku gelê Kurd di merheleyeke girîng re der bas dibe û  li dijî sîstema baviksalar ji bo di şexsê jinê de nirxên mirovatiyê werin parastin pêwîste têkoşîn bê bilindkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin di xeta Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan de têkoşînê dimeşîne û gihiştiye asteke mezin. Dîsa tê gotin ku di şexsê jinên Kurd de bihara jinan pêk hatiye û li her cihî belav dibe.
Daxuyanî balê dikişîne ser têkoşîna jinên Kurd û wiha tê gotin: “Jinên Kurd berdêla azadiyê çi qasî giran be jî daye u vê herî baş dayîk dizanin. Helwesta dayîkên Kurd ji hemû jinên ciwan re bûye mînak. Divê ev helwest ji aliyê tevayî jinên ciwan ve were dîtin.”
Daxuyanî wiha bi dawî dibe: “Hemû jinên cîhanê li hemberî pergala serdest û desthilatdariya zilam divê xwe zane bikin, jiyaneke azad û wekhev ji bo cîhanê biafirînin. Em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinan pîroz dikin û li ser vê bingehê em bang li hemû jinan dikin pêwîste, têkoşîna xwe xurt bikin, xwe bi rêxistin bikin da ku hêzên komploger vala derxin.” 

MEXMÛR