Komeleya Xizmên Girtî û Hikûmexwaran a Sêrtê TUHAD-DER ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan li ber girtîgeha Tîpa E'ya Sêrtê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê TUHAD-DER'ê Îrfan Baykara, Serokê BDP'a navçeya navendî Halît Kaçar, Seroka Şaxa ÎHD'a Sêrtê Vehta Aydin, Endamên Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê û gelek xizmên girtiyan tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê TUHAD-DER'ê Baykara daxuyanî da û got; "Ji bo em balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş ev mehek e her hefte li ber girtîgehê daxuyanî didin çapemeniyê. Aydin Kayayê li girtîgeha Tîpa E'ya Mûşê dihat girtin ji ber mûdaxale lê nehat kirin jiyana xwe jidest da. Hikûmet li hemberî mirinên li girtîgehan bêdeng dimîne." Baykara bibîr xist ku Serokwezîr kurtaj wekî komkujiyê binav kir û diyar kir ku li ber çavê hemû kesî girtiyên nexweş ên li girtîgehan tên girtin dimirin. Ev jî komkujî ye. TUHAD-DER'a ku her hefte navê 7 girtiyên bi nexweşiyên giran ketine aşkera dike, vê hefteyê jî ev nav rêz kirin:
-  Faysal Encu: Nexweşê çolyakê ye û li girtîgeha Tîpa D'ya Amedê tê girtin. 
- M. Emîn Akdag: Milê bedenê wî yê rastê felc e li girtîgeha Tîpa H'ya Erziromê tê girtin.
- Huseyîn Surgeç: Ji lingê xwe bi giranî birîndar e, li girtîgeha Tîpa E'ya Mûşê tê girtin.
- Cengîz Sînan Halîs Çelîk: Nexweşê Epîlepsî û di serê wî de parçeyên şarapnalê hene, li girtîgiha Tîpa F'ya Tekîrdagê tê girtin.
- Memduh Kiliç: Nexweşê sîrozê ye, li girtîgeha Tîpa T'ya Kiriklarê tê girtin.
- Cemîl Îvrîndî: Nexweşê dil e û deriyê auorta wî hatiye guhertin, li girtîgeha Tîpa M'ya Sîlîfkeyê tê girtin.
- Murşît Aslan: Ji sedî 90 ji astengdarê fîzîkî ye, li girtîgeha Tîpa E'ya Mêrdînê Tê girtin. 

SÊRT