Her sal nêzî 6 mîlyon kes ji ber cîgareyê jiyana xwe ji dest didin. Di mijara zirara cixareyê de di serî WHO û gelek saziyên din, rêxistin bi awayekî aktîf xebatên lobiyê dimeşînin. Di çarçoveya konsepte bi cixareyê re têkoşîn ya WHO’yê eve ku di hiqûqên hindurîn ya welatên NY’ê re kar û barê hiqûqê pêk bîne. Di çarçoveya van sazkirinan de dê reklamên ku bikaranîna cixareyê teşwîq dike bê qedexekirin û her wiha li cihên girtî kişandina cixareyê bê qedexekirine.
Ji Rêxistina Berpirsyariya Saziyê ya Navneteweyî (CAI) John Stewart pîvanên bawerbûna şîrketên cîhanê nirxand. Stewart diyar kir ku WHO peymane Kontrola Mamulên Tutun û Tutunê amadekariye û ev yek fîrmayên hilberînên cixareyê neret dike.  Bi zextên WHO’yê di demên dawî de li ser pakêtên cixareyê hişyariyên tenduristiyê hatin danîn û hema hem ali hemû cîhanê ev pêkanîn heye.
Li dijî yekê hilberînera cixarê ya herî mezin a cîhanê Phîlîp Morrîs, bertek nîşan dabû û diyar kirin ku ev polîtîkayên dij wan yên saziyên WHO û CAI yê pir zêde ne û ji bo zirar kirine doza tazmînatê vekirine.
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kî Moon daxuyanî da û diyar kir doza ku fîrmaya cigarê ya mezin vekiriye wekî balyozekî li hewldanên wan yên tenduristiyê xistiye. Mînak li Awustralyayê logoyên li ser pakêtên cixareyê hatin rakirin û di vê mijarê de Ukraynayê bi hewldana fîrmayên hilberîner yên cixareyê li Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê gilî kir. Dîsa heman şîrketan li Arjantîn û Uruguay li hemberî kanûnên ku pêşî li hiberînên cixareyê vedike ji bo tazmînateke mezin doz vekirin.

ANF/CENEVRE