Cenazeyê Sazûmankara PKK’ê Sakîne Cansiz ji aliyê 10 hezaran kesan ve li ber Cemxaneya Dêrsimê hat pêşwazîkirin. Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk jî axivi û wiha got: “Êşa me mezin e. Dilê me xwîn digire. Gelê Dêrsimê ev qetilkirina hovane, li cihê herî zindî yê Parîsê pêk hat. Bila tu kes nebêje ev qetilkirin ji rêzê ye. Ev qetilkirin bi plan û zanebûn e. Ev qetilkirin bi gladyoya Tirk û navneteweyî pêk hatiye. Kesên 3 hevalên me bi qelêşî qetil kirin em wan nelet dikin. Em 3 kulîlkên xwe tev li karwanê azadiye dikin. Kurdistan û Dêrsim 3 kulîlkên xwe hembêz dikin. Dêrsim Rêheval Sakîne, Gurgum Fîdan, Mêrsîn rêheval Leyla hembêz dike. Em dê pir pir beriya we bikin.”
Parlamenterê serbixwe yê Stenbolê Levent Tuzel jî wiha got: “Qetilkirina 3 jinên Kurd yekîtiya gelê Kurd xurt kir. Kongreya Gelan a Demokratîk bêtir xist nava têkoşînê. Em tu carî neketin pêşiya tolhildanê. Her tim me ji bo aştî, demokrasî û azadiyê têkoşîn da. Em her tim ji bo xweseriya demokratîk a Kurdistanê, ji bo pêşeroja Tirkiyeye ya azad û yekîtiya Rojhilata Demokratîk têkoşiyan. Em dê her tim bêjin an azadî an azadî. Em dê heta dawî ji bo azadiyê têbikoşin. Dê azadi û aştî bi ber bikeve.”
Serokê Komelaya Çanda Pir Sultan Abdul Kemal Bulbul jî anî ziman ku ew qasidê aştiyê bûn û wiha got: “Dayika Sakîne Cansiz pêr li Amedê got “Em hêsir û êşa xwe dixin dilê xwe û em aştiyê dixwazin. Serokwezîr hûn çima aştiyê pêk nînin.”
'Aştî û azadî qetil kirin'
Cenazeyê Dîplomata Kurd û Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan li li navçeya Elbîsanê ya Gurgumê li gel berfa zêde ji aliyê hezaran kesan ve bi sloganên “Şehîd namirin” hat pêşwazîkirin. Di merasimê de Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, parlamenterên BDP’ê, malbata Fîdan Dogan, şaredar jî di navde bi hezaran kes amade bûn. Dest pêkê Bavê Fîdan Dogan, Hasan Dogan axivî û diyar kir ku ew bi keça xwe ser bilind e û xwest bi lezgîn komkujî bê ronîkirin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Başdemîr jî axivî û wiha got: “Di dirokê de yekem car e 3 dîplomatên Kurd tên qetilkirin. Di dîrokê de 3 dîplomatên Kurd tên qetilkirin. Lê bila her kes zanibe ku 3 tîplomat bûn 40 milyon dîplomat. Seyit Riza, Pîr Sultan û Hz. Elî rêberê we be.”
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak jî axivî û wiha got: “Ji ber ku ew sembol bûn. Ev qetilkirin li dijî projeya Rêberê Gelê Kurd Ocalan bû. Ew sembolê aştiyê û azadiyê ne. Em dê êşa xwe di dilê xwe de veşêrin. Hêsirê xwe biherikînin dilê xwe. Em dê bi hevre ji bo aştî û çaresrî pêş bikeve û gelê me bigêje azadiyê em dê êşê xwe di dilê xwe de veşêrin û têbikoşin.”
DÊRSIM /GURGUM