Ciwanê Emerîkî Jordan Mattson beriya bi 7 mehan tevlî nava refên YPG´ê bûye û li Til Hemîs, Til Birak, Serêkaniyê, Cezaa tevlî berxwedanê bûye. Niha jî li Til Temirê di eniyên şer de li dijî çeteyên DAIŞ´ê têdikoşe. Piştî Jordan Mattson hin ciwanên din ên Emerîkî jî tevlî nava refên YPG´ê bûne û cihê xwe di şerê li dijî çeteyên DAIŞ´ê de girtine. Jordan Mattson diyar kir ku tevlîbûna wî bi armanca xizmeta mirovahiyê ye, vê wekî destkeftiyeke mezin bi nav dike û dibêje: ˝Ez bi vê yekê pirr ser bilind im.˝
'YPG hêzeke bi rûmet e'
Mattson destnîşan kir ku hêzên YPG´ê şervanên ji hemû pêkhateyên herêmê di nava xwe de dihewînin, lewre bi vê yekê bûye hêza herî rasteqîn û wiha peyivî: ˝Beşdarbûna şervanên ji hemû ol, mezheb û neteweyan bû sedema serkeftinên herî mezin. Ji ber vê yekê hêzên navnetewî mecbûr man ku bi rêzdarî nêzî YPG´ê bibin. YPG hêzeke bi rûmet e. Ereb, Suryan, Kurd û hemû hindikahiyên din cihê xwe di nav de digirin. Beşdarbûna hemû aliyan di nava vê hêzê de gaveke herî mezin e. Îro hemû pêkhate li dijî çeteyên DAIŞ´ê li ber xwe didin û ji ber vê yekê jî destkeftiyên mezin bi dest hatine anîn.˝
'Ji her deverê ciwan tevlî YPG'ê bûn'
Mattson, bal kişand ser tevlîbûna şervanên ji hemû welatan û got: ˝Piştî ku hêzên YPG´ê bi serketin, şervanên ji welatên Emerîka, Kanada, Elmanya, Îran, Spanya, Iraq û Kurdên ji parçeyên din ên Kurdistanê tevlî nava berxwedanê bûn.”
Mattson gelek caran tevlî bernameyên televizyonên cîhanî dibe û rewşa şer ji wan re rave dike. Her wiha berxwedana YPG’ê ji wan re vedibêje. Mattson, dibêje ku dema ew tevlî bernameyên televizyonê dibe, hovîtiya çeteyan vedibêje û balê dikişîne ser berxwedana hêzên YPG û YPJ´ê ya li dijî çeteyan.
Mattson, da zanîn ku pêwîst e hemû ciwan tevlî nava refên YPG û YPJ'ê bibin da ku dawî li hovîtiya çeteyan bê anîn.