Parlamanterê Iraqê Dr. Mehmûd Osman derbarê rewşa Kurdan û tecrida li ser Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji DÎHA'yê re aixivî. Osman tevî rewşa Kurd a li Tirkiye, Suriye, Iraqê, astegkirina hevditina heftane ya bi parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re  nirxand. Osman anî ziman ku Tirkiye xwedî siyasetek kevneparêst e û naxwaze hebûna pirsgirêka Kurdên li Tirkiye eşkere bike. Osman destnîşan kir ku Tirkiye li hemberî hebûn û hemû tevgera Kurdan derdikeve û got: " Tirkiye li hemberî hebûna Kurdan weke Gayê Îspanî ye bi hêrs e, nerazîbûn nîşan dide û êrîşî dike."

Dewlet naxwaze hebûna Kurdan qebûl bike
Osman diyar kir ku Tirkiye xwedî siyasetek kevneparêst e û nikare hebûna Kurdan li Tirkiye yê qebûl bike. Osman anî ziman ku çend roj beriya niha Erdogan diyarkir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurdan çareser kirine, lê 'pirsa terorê heye û got, " Erdogan Kurdan hedef digire. Dema her Kurdek neteweyê xwe bi parêzê ji aliyê Erdogan û dewletê ve wekî terorist tê dîtin." 


Têkiliya BDP û PKK'ê asayî ye
Parlamanterê Iraqê Dr. Mehmûd Osman anî ziman ku eger pêwendî di navbera BDP û PKK'ê de hebe jî ev tiştekî asayî ye. Osman destnîşan kir ku tû caran BDP destekê şer nekiriye, siyaseta Partiya Aştî û Demokrasiyê pir zelal e û aştiyê dixwazin. Osman weha got:  "Ev 27 salin Tirkiye bi PKK'ê re şer dike, erê çi encam ji vê yekê derket? Ji şer tû encam negirtin. Lê hikumeta Tirkiye aştiyê qebûl nake. Zêdeyî 7 carane PKK agirbesta yek alî îlan kiriye, lê dewleta Tirkiye bersiva agirbestê nedaye û şer domandiye... BDP'yî aştiyê dixwazin û girtina parlamanteriya wan jî ne di cîh deye."

Tirkiye û bihara gelan
Osman, diyar kir ku bihara gelan didome û wê Beşar Esed biçe û wiha lê zêde kir: "Siyaseta hikumeta niha ya AKP'ê pir şaş e. Lazime Tirkiyê vê siyasetê biguherîne. Di xala 66 ya Destûra Bingehîn a Tirkiye yê de dibêje: Herkesê li ser vê axê dijî  Tirk e. Ev yek ne li Iraqê, ne li Îranê, ne jî li tû derê cîhanê heye. Ev yek jî kevneparêstî û nijadperestî ye. Lê Tirkiye çiqas zûtir xwe biguherîne wê zêdetir qezenc bike. Israîl çend sal li Filîstînê ji Yasîn Erefa û Aliyên wî re got terorîst in, lê di dawiyê de biwan re diyalog da dest pêkirin. Îngilîstanê bi salan ji  ÎRA re gotin terorîst in, di dawîyê de bi wan re diyalog kirin.

Terora dewletê heye
Parlamanterê Îraqê Osman, wiha berdewam kir: "Ew Kurdên ku xwe diparêzin, Tirkiye wan wek terorîst binav dike. Balafirên Tirkiye ji Enqere û bajarên din radibin û bi ser şêniyên gûndên Qendîlê de bombe dibarînin. Ez dipirsim, eger yek mafê parastina rewa bikar bîne çawa dibe terorîst? Bersiva vê yekê ewe ku dirastiyê de Tirkiye bixwe terorîst e. Tirkiye siyaseta terorîzma dewletê li dijî Kurdan bikar tîne. Dewleta Tirkiyeyê  bixwe terorîstê herî mezin e."

Tecrîda li ser Ocalan

Osman diyar kir ku di rastiyê de 'girtin û revandina Abdullah Ocalan a di sala 1999'an şaş bû û wiha berdewam kir: "Hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re bi keyfî tê astengkirin. Hincet tev keyfî ne. Hikumet dixwaze bi astengkirina hevdîtinên heftane yê Ocalan re, wî teslîm bigre, lê ev yek şaş e. Tirkiye her serî li rêbazê şer dide. Lazime vê yekê baş bizane ku ew li Sedam Hûsên bihêztir nîne. Lê me dît ku di dawiyê de Sedam Hûsên çû. Me dît ku çi biser çarenûsê Sedam Hûsên de hat! Eger Tirkiye dixwaze pirsa Kurd li Tirkiye yê çareser bike, divê li ew kesên PKK'ê ku bi Tirkiye re şer dikin û Ocalan guhdar bike. Tirkiye jî dikare bi Ocalan re têkeve nava diyalogê."
Osman, diyarkir ku dema Kurdek li Suriyeyê bi tevger dibe Tirkiye dibêje ev ji bo min xeter e û wiha got: "Kurd bi salane li welatê Suriye xwedî maf nînin. Heya niha 400 hezar Kurd li Suriye bê nasname ne. Kengî Kurd li ser kîjan alî xeter bûye."

Her roj axa Kurdistanê bombe dike

Dr. Mehmûd Osman, destnîşan kir ku Tirkiye her roj axa Herêma Kurdistanê bombaran dike û dibêje li vir terorîst hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dîsan Hikumeta Iraqê jî eskerên xwe li ser sînora Herêma Kurdistan û Suriye bicîh dike ji bo ku Kurd rolekî wî tûne be. Tirkiye li hember her hebûn û tevgerek Kurdan pir hesase. Em ji Kurdên Sûriyê dixwazin li xwe baldar bin."


SERBAZ SİYAMEND / DÎHA/HEWLÊR