
Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Şervan Derwîş destnîşan kir ku bi êrîşa li dijî Minbicê, niyeta dewleta Tirk eşkere bû û got: "Dewleta Tirk ne şerê terorê dike, lê belê ew dixwazin bajarên me dagir bikin."
Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Minbicê û qewmînên dawî yên li herêmê, bersiva pirsên ANHAʹyê da.
Hûn vekişandina YPGʹê ya ji Minbicê çawa dinirxînin, tevî vekişandina YPGʹê jî Artêşa Tirk êrîşî gundên Minbicê dike?
Vekişandina YPGʹê li ser esasê lihevkirina bi Koalîsyona Navdewletî ji Minbicê pêk hat. YPGʹê bi vê yekê sozên xwe pêk anîn û biryarên exlaqî ku li ser xwe giritibûn, pêk anîn. Berevajî îdayên li vir û wir têne kirin çawa ku YPGʹê ne hêzeke Sûriyê ye, lê di rastiyê de YPGʹê bi qehremanî şerê teroristan kir. Wan isbat kir ku erka xwe ya exlaqî û mirovî beranberî parastina sivîlan pêk anîn. Ne wekî komên din ên çekdar komkujiyan pêk tînin û tundiyê li ser gelê Sûriyê dikin.
Diyar e ku AKPʹê û baskê xwe yê îstxbaratî û leşkerî û bi alîkariya komên çete ku navê "Diri El-Firat" li xwe dikin, ziyana xwe ji vekişîna YPGʹê dîtiye, ji ber vê yekê di vê demê de xwest ku vekşînê li gorî berjewendiyên xwe bide bikaranîn. Bi vê yekê, herêma Minbic û gundên wê ku bi saya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatin irzgarkirin, teng bike. Bi nihêrîna wan, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nikare bi erka xwe ya parastinê rabe û di vê mijarê de ew lawaz in.
Êrîş çawa pêk hat, çi çek di êrîşê de hatin bikaranîn û kîjan navendên we hedef hatin giritin?
Dewleta Tirk ji bo pîlanên xwe yên dijminane pêk bîne, hemû cûreyên çekên giran û ezmanî, tang û top bi kar anîn. Gelek nuqteyên me yên rojavayê Minbicê topbaran û bombebaran kirin. Gundên Şêx Nasir, Qert Wêran û Îlan hedef girtin. Di encmaê de hin welatiyên sivîl birîndar bûn, her wiha gelek ziyana madî di mal û milkên welatiyan de pêk hat. Her wiha şervanekî me şehîd bû û 2 jî birîndar bûn. Hêzên me jî bersiv dan êrîşê. Me karîbû tangeke komên çete yên girêdayî Tirkiyê biteqînin. Hin çete hatin kuştin. Hin endamên me jî di şerê gundên Şêx Nasir û derwora wê de birîndar bûne. Şervanên me cihê xwe baş giritine û Arêtşa Tirk û komên çete yên girêdayî wan, nikarin bikevin herêmê.
Bi nihêrîna we, Armanca Tirkiyê ji êrîşa li ser Minbicê çiye, tevlî ku YPGʹê li Minbicê niha nîne?
Êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê, perde ji ser niyeta wan a veşartî rakir. Her wiha îdîayên wan ên ne rast diyar kirin. Diyar e ku armanca wan ew e ku herêmên me dagir bikin. Di heman demê de diyar dikin ku ew şerê komên çete yên DAIŞʹê dikin. Hemû karê wan niha ketiye wê mijarê ku Minbic dagir bikin û komkujiyan û karên ne mirovî li wir pêk bînin.
Hûn helwêsta Koalîsyona Navneteweyî ya li ser vekişîna YPGʹê ji Minbicê û êrîşên Artêşa Tirkiyeyê çawa dinirxînin?
Divê raya giştî baş bizane ku vekişîna YPGʹê di encama hevkariya bi Koalîsyona Navdewletî re pêk hatiye. Gelek şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku parastina herêmê dikin, bi alîkariya Emerîkayê hatin perwedekirin da ku parastina Minbic û gundên wê bikin. Niha hejmara şervanên me gihiştiye 5 hezaran, sicilên wan kesên di perweredeyan re derbas bûne li gel rêveberiya Koalîsyona Niştimanî hatine qeydkirin.
Li ser vî esasî, pêwîst e Koalîsyona Navneteweyî sozên ku giritine ser xwe elaqedarî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, pêk bîne. Bi vê yekê pêwîst e rê nede ku Tirkiye û komên wê yên çete êrîşî herêmê bikin û aramiya herêmê misoger bike.
Herêm hatiye rizgarkirin û şêniyên wê rêveberî û parastina wê dikin.
LEZGÎN ÎBRAHÎM / ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN