Wezîrê Karê Derve Bildt bersiv da pêşnûmepirsê û diyar kir ku Tirkiye ji bo ku krîterên xwe yên polîtîk bîne cihe qet pêşve neçûye û got ew bi fikar li vê rewşê dinêre.

Bildt di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Swêd ji bo di mafên jin û mirovan hêzek pêk were divê di pergala hiqûqê de reform bê kirin û demokrastiya herêmî diparêzin û wiha got: “Em ji bo piştgiriya mafê mirovan û jinan ya Tirkiyeyê her sal 87 mîlyon alîkarî didin.  Wekê mînak em dikarin Bîanet ku der barê mafên jinan de nûçeyan çêdike û Kaderê ku xebatên jinan dimeşîne bidin.”
Bildt got Li Tirkiyeyê pêvajoya reformê li gorî berê kêm bûye.  Derbarê mijarê de Kakabaveh nêrînên xwe anî ziman û  ez hevdîtinên Bîldt û wezîrên kabîneya wî ya bi rayedarên Tirk re erênî dibînin, lê kêm jî dibînin.  Kakabaveh xwest ji bo  siyastmedar û rojanmegerên Kurd bên berdan divê pêngavên şênber bên avêtin.
Kakabaveh ku di pêşnûmeya xwe de doza Pinar Selek jî anî rojevê û got divê Swêd li dijî vê bê deng nemîne û helwesta Carl Bildt rexne kir.  

 ANF/STOCKHOLM