Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê derbarê hemleya reşkirin û êrîşên çepemeniyê ku hin derdorên herêmî û hundir li dijî YPG’ê û hêzên hevbeş ên Artêşa Azad pêk tînin daxuyaniyek nivîskî weşand. TEV-DEM’ê bang li hemû sazî û rêxistinên mafê mirova û saziyên çapemeniyê kir ku serdana Girê Spî bikin û rewşê bi çavên xwe lêkolîn bikin.
Daxuyaniya TEV-DEM’ê wihaye: "Çeteyên DIAŞ’ê ji destê YPG’ê û hêzên hebeş li Til Hemîs, Til Berek, Çiyayê Kizwanan, Alya, Mebrûka darbeyê giran xwarin. Piştî hemû derbeyên li dijî çeteyan, Dewleta Tirkiyê vê carê bi şêwazekî din dest bi şerê hêzên hevbeş ku nûnertiya vîna gel û demokrasiya rast dikir kir. Tirkiyê şerê ragîhandinê li dijî hêzên ku hemû pêkhateyên herêmê cihê xwe di nava de digirin kir. Saziyên girêdayî hikûmetê îda dikin ku hêzên hevbeş li dijî pêkhateyên Eereb û Tirkmen siyaseta koçberkirinê dane destpêkirin û dîmografiya herêmê didin guhertin. Ev saziyên çapemeniyê rastiyan berûvajî dikin û serkeftinên dîrokî ku hêzên hevbeş li Rojava bidest xistine berovajî nîşan didin.
“Serdana Girê Spî bikin!”
Ev êrîşên çapemeniyê di xizmeta çeteyên DAIŞ’ê û planên wan de têne kirin, tu berjewendiya gelê Sûriyê tê de nîne. Pêkhateyên herêmê ji mêj ve bi hevre jiyan dikin û bê ku tu nakokî derkeve lihev dikirin, niha jî bi hevre parastina xaka xwe û serkeftinên xwe yên dîrokî li dijî dijminên hemû mirovahiyê DAIŞ’ê dikin.
Em bang li hemû rêxistinên mafê mirovan, saziyên çapemeniyê dikin ku serdana Girê Spî bikin û rastiyan bi çavê xwe bişopînin."
NAVENDA NÛÇEYAN