Kaya, anî ziman ku nêzî 100 hezar Bedevî hene, lê der barê wan de belgeyek Kirmanckî tune û bi hezaran belgeyên zimanên din hene. Der barê dîroka dimilan ku nêzî 3 mîlyon nifûsa wan hene de tu belgeyên nivîskî yên bi zimanê Kirmanckî tune.
TZPKurdî, li Çewlîkê 1'emîn Konferanza Zaravayê Kirmançkî (Zazakî) bi niqaşên cuda berdewam kir. Di konferansê de mijarên "Polîtîkayên serdestan ên bişaftinê", "Di Kurdî de zaravayê Kirmançkî" û "Di erdnîgarî, dîrok û wêjeya Kurdan de cihê Kirmançkî" û "Di Kirmançkî de pêvak û peyv" hate niqaşkirin. Rojnameger û Edîtorê Rojnameya Azadiya Welat Ahmedê Bira, anî ziman ku divê bi rêya medya li ser Kirmanci xebatan bimeşînin û Kirmanckî pêş bixin. Bira, xwest ku li dibistan û zanîngehan Kirmanci wekî zimanê fermî bê dîtin.
Lêkolîner û zimanzan Selahattin Gultekîn, jî li ser cudahiya zimanê Kurdî û zimanên din rawestiya. Di panelê de Prof. Dr Mehmed Sait Kaya li ser dîrok û belgeyên kirmancî rawestiya û wiha got: "Di dîroka zimanê Kirmanckî de belgeyên nivîskî yên bi zimanê dimilkî tune. Kaya, diyar kir ku di zaravayê Kirmanckî de tu belgeyên nivîskî tune. Nêzî 100 hezar Bedevî hene, lê der barê wan de belgeyek Kirmanckî tune û bi hezaran belgeyên zimanên din hene. Der barê dîroka dimilan ku nêzî 3 mîlyon nifûsa wan hene de tu belgeyên nivîskî yên bi zimanê Kirmanckî tune. Konferans dê bi xwendina encamnameyê bi dawî bibe.

DÎHA/ÇEWLÎK