Tugaya Selçuklu ku bi pirranî endamên wê Tirkmen in ji bo ku bi DAIŞ'ê re şer bike beriya bi hefteyekê tevlî nav Arteşa Şoreşgeran bûbû. Artêşa Şoreşgeran ji heft rêxistinên şoreşa demokratîk a Suriyeyê pêk tê. Fermandarê Tugaya Selçuklu Talal Alî Silo got, Tugayên Sultan Murad û Fatîh Sultan Mehmet ên di ser Kîlîsê re derbasî Ezazê kirî, li gel DAIŞ, El Nusra û Ahrar el-Şam tevdigere. Silo, derbarê armanca tevlîbûna Tugaya Selçuklu ya nav Arteşa Şoreşgeran û dek û dolabên Tirkiyeyê yên li ser herêmê jî axivî.


'Em ji bo Suriyeya Demokratîk şer dikin'

Silo, derbarê Tugaya Selçuklu de got ew hêzeke Tirkmenan li Çobanbeyê ne û wan Tugaya Selçuklu li bajarê Helebê ava kiriye. Silo da zanîn ku ji sedî 90´ê tugayê Tirkmen in û ji sedî 10'ê din jî ji Ereb û Kurdan pêk tê û diyar kir ku wan destpêkê li hemberî rejîmê şer dikir, lê niha li hemberî DAIŞ'ê şer dikin. Silo da zanîn ku ew ê ji bo Suriyeya demokratîk şer bikin û bibin parçeyekî şoreşê.


'Em hêza parastin a gelan in' 

Silo anî ziman ku tevî wan hin tugayên piçûk jî tevlî Artêşa Şoreşgeran bûne û wiha dewam kir: "Yên ku di Arteşa Şoreşgeran de cîh digirin Kurd, Ereb û Tirkmen in. Ji ber ku me bawer kir, ew dikare bibe hêza parastina gelan, em tevlî nav refên Arteşa Şoreşgeran bûn. Ji bo ku em erdê xwe biparêzin me ev gav avêt. Hedefa me jî azadkirina bakurê Helebê ji çeteyên DAIŞ'ê ye. Em wek tugaya Tirkmenan, li ser daxwazên gelê xwe kom bûn. DAIŞ ji bo Suriyeyê bela ye." 

Silo got, ew dixwazin nîşan bidin ku hemû gel dikarin bi hev re bijîn û banga piştgiriyê kir da ku dikaribin hêzên rejîmê û DAIŞ'ê ji axa xwe derxin. Silo diyar kir ku li herêma ku ew lê, Kurd, Tirkmen û Ereb bi salan e bi hev re dijîn ûderbirrî ku hin hêz dixwazin ku di navbera gelan de fesadî were bipêşxistin. 


Tugayên Tirk ên bê Tirkmen!

Silo, derbarê tugayên Sultan Murad û Fatîh Sultan Mehmet de jî axivî. Silo got, Tugaya Sultan Murad piştî wan hatiye avakirin û tu hêzeke wan li herêmê nîne û li ser gel jî bandora wan nîne. Silo bi bîr xist ku di nava tugayê de jî hema hema hîç Tirkmen nînin û bi pirranî ji Ereban pêk tê. 


'Sultan Murad bi komên çeteyan re ye'

Silo da zanîn ku dema li Çobanbeyê li hemberî DAIŞ'ê wan şer kir, ji van tugayan alîkarî xwestine lê ti alîkarî ji wan negirtine. Silo diyar kir ku tugayên Sultan Murad û Fatîh Sultan Mehmet ne di wê hêzê de ne ku li hemberî DAIŞ'ê şer bikin û wiha pê de çû: "Di şerê Idlîb, Cisir Şuxur û Ahîra de em li gel Fermandarê Tugaya Sultan Murad Yusuf Salîh rûniştin. Min jê re got, hewce ye em herêma xwe li gel hêzên OSO'yê ji DAIŞ´ê paqij bikin. Wî jî ji min re got 'Tu berjewendiya me li vir tune ye. Yek leşkerê min nîne ku ez qurbana DAIŞ'ê bikim.' Her wiha, tevî Artêşa Fetîh ku pêşengiya wê El Nusra dike, li Idlîbê şer kir. Di operasyona rizgarkirina Helebê de jî li gel rêxistinên wek DAIŞ, El Nusra û Ahrar el-Şamê tevgeriya." 


Bang li Tirkmenan 

Silo her wiha diyar kir ku cihê ku lê dijîn ti hedefa Tugaya Sultan Murad nîne û di navbera tugayê û rêxistinên çete de peymanên nepenî hene, lê ew baş nizanin ku naveroka van peymanan çi ye. Silo anî ziman ku li gorî agahiyên dawî ku wan wergirtiye, Tugaya Sultan Murat dev ji şerê li hemberî rejîmê berdaye. Silo, diyar kir ku DAIŞ hêzeke dagirker e û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Armanca me avakirana jiyana hevpar a gelan e. Banga me ji gelê Tirkmen re ye. Bi lîstikan nexapin, em li gel gelê Kurd û Ereb tevgerin. Divê em ji ferasetên faşîst û nijadperest dûr bisekinin."



NAZIM DAŞTAN/DÎHA / HELEB