Kurkçu, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê ji ber bûyera Roboskiyê birin qada navneteweyî ditirse û ji ber vê yekê dest bi daxuyaniyên dijmirovahî dike. Kurkçu, da zanîn ku BDP'ê serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) da û ev serlêdan hate bidestgirtin. Kurkçu, bilêv kir ku ev agahî berê ji hikûmetê re hatibû û ji ber ku di UCM'ê de pêktin çêdibe hikûmet daxuyaniyên wisa dide û wiha got: "Teqez di vê pêvajoyê de pêşketinek heye. Ji ber vê yekê wisa dest bi axaftinê kirin. Di têkiliyên DYA'yê de pirsgirêkek heye."

'Agahiyên ji komîsyonê tên veşartin hene'
Kurkçu, destnîşan kir ku endamên hikûmetê daxuyaniyên "dijmirovahî didin" û ev yekê jî nîşaneya ew çiqas di zorê de ne û wiha axivî: "Di komîsyonê de piştî endamên CHP'ê derketin nîqaş min bi serokê komîsyonê re çêbû. Di nîqaşa me de derket holê ku hinek agahiyên mufetîşan piştî daxuyaniya Şahîn ji me hatine veşartin hene. Yanî di nîqaşê de tiştên hatin gotin ne serokê komîsyonê û ne jî agahiya endaman pê tuneye." Kurkçu, anî ziman ku xebatên komîsyonê di aliyê siyasî de di bin zextan de ne.


'Berpirsiyar hikûmet û serfermandarî ye'
Kurkçu, diyar kir ku daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan û Wezîrê Karên Hundir Şahîn ji bo ku endamên komîsyonê biryareke azad bidin asteng dike û wiha pê de çû: "Serfermandar û wezaret karên hundir ji komîsyonê agahî veşartin û komîsyonê tenê ji gel agahî girtin. Serokê komîsyon dibêje agahiyên ji çapemeniyê hatin nîqaş nekin lê serokwezîr raste rast ji çapemeniyê re diaxive. Derket holê ku êdî berpirsiyarê komkujiyê hikûmet û serfermandar e." Kurkçu, bal kişand ser daxuyaniyên Wezîr Şahîn ên ferman hêzên hewayî dan û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Hêzên hewayî bêyî koordînasyona serfermandariyê nikare bombebaran bike. Serfermandar mecbûrî li gorî tezkereyê dike û ji ber vê yekê berpirsiyar hikûmet e. Di vê mijarê de hikûmet nikare bireve."


ENQERE