Li komeleyê di salekê de di 11 atolyeyên çand û hunerê de bi sedan kes ders dîtin û hatin perwerdekirin. Komele îsal dîsa bi atolyeyên çandên cuda û zimanên cuda xebatên xwe berdewam dikin.
Mamosteyê komeleyê Mahmut Kurhan ku li Atolyeya Kurdî a Komeleya Çand û Hunerê ya Arzele dersê dide, diyar kir ku Welatparêzî û çand ruh e û Kurdî jî beden e. Kurhan, da zanîn ku bê ziman û ruh nabe. Kurhan, anî ziman ku di dawiya hefteyê de hin kes ji bo ders bibînin, hin kes ji bo westînê, hin kes ji bo lîstina kişikê û hin kes jî ji bo sohbetê tên komeleyê û wiha got: "Hemû kesên tên vir ji bo Kurdiya xwe pêş bixin bi Kurdî diaxivin. Li komeleyê kursên ziman 3 mehan berdewam dike." Kurhan, salek e li komeleyê dersa ziman dide û dixwaze Kurdî pêş bixe. Kurhan, anî ziman ku hebûna gelû Kurd Kurdî ye û lazim e Kurd li Kurdî xwedî derkevin û wiha got: "Hem axa Kurdan hatiye dagirkirin û hem jî zimanê wan hatiye qedexekirin. Bi taybetî li metropollan li her derê bi Tirkî tê axaftin, tenê li malê bi Kurdî tê axaftin û Kurdî di malê de hatiye hepiskirin. Divê Kurd li her qada jiyanê bi Kurdî biaxivin. Kurdî biparêzin û pêş bixin. Divê teqez bi Kurdî perwerdehî bê dayîn û dersa hilbijartî ji bo Kurdan nayê qebûlkirin.

DÎHA/STENBOL