6'emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Cizîrê dê bi panel û bernameyên cuda berdewam dike. Di vekirina mihrîcanê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, helwesta Serokwezîr Erdogan a pergala Serokatiyê rexne kir û wiha got: "Me tu xêr ji Serokwezîrtiya te nedît, em dê çawa xêrê ji Serokatiya te bibînin? Em ji bo Tirkiyeyê pergala Xweseriya Demokratîk pergala herî demokratîk dibînin. Ger ku hûn niqaşê dixwazin em berê vê pergalê niqaş bikin."
Şaredariya Cizîrê bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ku salvegera çapkirina Rojnameya Hawar di 15'ê Gulana 1932'an de ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hatibû çapkirin, bi slogana "Ziman Aveyna Çandê Ye" 6'mîn Mihrîcana Rojên Çand, Huner û Ziman pêk anî. Mihricana 4 rojan bidome bi bernameyên cuda didome. Di mihrîcana çand û hunerê de şano, konser, dîwana dengbejan, pêşandanê fîlman, panel û gelek çalakiyên din dê bên lidarxistin de konsera ku zêdeyî 10 hezar kes beşdar bûn hate lidarxistin. Konser li stata Cizîrê hate lidarxistin. Stata ku beriya konserê tije bû, coşek mezin derket pêş. Di konserê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, Parlementerê BDP'ê Hasip Kaplan, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedirhanoglu, Hevserokê BDP'e yê Şirnexê Bakî Katar, endam û rêveberên BDP'ê û gelek kesên din amade bûn. Konserê ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê dest pê kir.

'Gelê Botanê ne bêxwedî ye'
Konserê bi starên Koma Agirê Zerdeşt a NÇM'ê û Koma Niştiman a NÇM'a Mem û Zûn û hunermend Zelal Gokçe dest pê kir. Piştî stranan Hevserokê Gişti şê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, axivî û got: "Li dijî gelê Cizîr, Sîlopî, Şirnex û bi tevahî gelê Botanê polîtîkayên taybet ên zext û zordariyê tên meşandin. Ev polîtîka ji aliyê xoceyên aqilên AKP'ê ve tên meşandin. Dixwazin gelê Kurd teslîm bigirin. Lê bila baş zanibin ku gelê Botanê ne bi tenê ye û ne bêxwedî ye.
Berxwedana bi heybet a gelê Botanê dê bibe berxwedan û raperîna hemû gelê Kurd a Cîhanê. Gelê Roboskiyê û Qilebanê ne bi tenê ye."
Demîrtaş, da zanîn ku di vê makeqanûna nû de dîsa dixwazin ku gelê Kurd tu tiştî nexwaze û dengê xwe bilind neke. Demîrtaş, da zanîn ku makeqanûna mafê gelê Kurd neparêze, demokratîk nabe û dê makeqanûna darbeyan be. Demîrtaş, xwest di makeqanûna nû de mafê ziman, nasname, statu û rêxistina Kurdan bê qebûlkirin û naskirin.

'Gelê Kurd Xweseriya Demokratîk dixwaze'
Demirtaş, da zanîn ku makeqanûna niha ya Tirkiyeyê ji bo cewistandin û înkara nasname, ziman û çandên cuda ne û ev yek li dijî demokrasî û hiqûqê ye. Demîrtaş, bilêv kir ku çiqas mafê gel di makeqanûnê de cih bigire dê ew qas demokratîk be û wiha berdewam kir: "Gelê Kurd di her qadê jiyanê de dixwaze bi zimanê xwe bijî. Dixwaze bi nasname û rengê xwe bijî. Statu û mafê rêxistinbûnê dixwaze. Gelê Kurd Xweseriya Demokratîk dixwaze."

'Me tu xêr ji Serokwezîr nedît'
Demîrtaş, helwesta Serokwezîr Erdogan a pergala Serokatiyê rexne kir û wiha got: "Me te xêr ji Serokwezîrtiya te nedît em dê çawa xêrê ji Serokatiya te bibînin.
Em ji bo Tirkiyeyê pergala Xweseriya Demokratîk pergala herî demokratîk dibînin. Ger ku hûn niqaşê dixwazin em berê vê pergalê niqaş bikin. Her kes vê pergala Xweseriya Demokratîk dixwaze. Pergala Tayip Erdogan ji derd û birînên gelê Kurd re nabe derman."  Demîrtaş, da zanîn ku her çend zextên li ser wan zêde bibe dê têkoşîn û berxwedana wan jî zêde bibe û dê serkeftinê bi dest bixin.
Pişt re konserê bi starên Silbus û Tarî berdewam kir.

DÎHA/ŞIRNEX 




'Pêşveçûyîna Kurdî ronîkirina dîrokê ye'


Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi wesileya Cejna Zimanê Kurdî 6'emîn Mîhrîcana Huner û Çanda Cizîrê panelên bi navê 'Ji çavê jinê ziman" û "Di wêjeya Kurdî de modernî" hate lidarxistin. Di panela ku moderatoriya wê Rûşen Demîr dikir de wekî panelîst hunermend Evîn Şikakî, nivîskar Gulgeş Deryasipî û çalakgera TZP Kurdî Vasfiye Akgul beşdarbû. Her wiha Parlementerê BDP'ê ya Şirnexê Hasîp Kaplan, Serokê BDP'ê ya Şirnexê Bakî Katar, Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhan, şaredarên herêmê, rêvebir û endamên BDP'ê û meclîsa şaredariyê û piraniya wan jin gelek kes beşdarî panela ku li Parqa Şaredariyê hate lidarxistin, bûn.
Di panelê de cara ewil mafê axaftinê çalakgera TZP Kurdî Vasfiye Akgul girt û da zanîn ku ziman raste rast bi jinê ve girêdayî û ji ber vê yekê jî jin bi zimanê xwe diaxive û diparêze. Akgul diyar kir ku pêşveçûyîna zimanê zikmakî ronîkirina dîrokê ye û diyar kir ku heke gelê Kurd ewqas zimanê xwe neparastiba niha jî nedihatin kuştin û wiha got: "Ji ber ku em zimanê xwe diparêzin êrîşî me dikin. Ji ber ku di ziman de dîroka civakê veşartiye." Nivîskar Gulgeş Deryasipî jî diyar kir ku berxwedana wan li ser ziman e û da zanîn ku divê zimanê zikmakî were parastin.
Di panela din a bi navê "Di wêjaya Kurdî de modernî" ya Abdulkerîm Pûsat moderatoriya wê dikir de Serokê Komaleya Nivîskarên Amedê Şehmûs Sefer, nivîskar Dîlaver Zarak, wêjekar Muhamed Runahi wekî panelîst beşdarbûn. Di panelê de nîqaşên li ser wêjeya Kurd a klasîk û modern hate kirin. 


Ji bo zarokan şahiya firfirokê!
Piştî panelan li Girê Evînê ya li Taxa Nûrê ji bo zarokan şahî hate lidarxistin. Di şahiyê de firfirok hatin firandin û lîstikên palyaço, folklor û şanoyê hatin pêşkêşkirin. Parlementerê BDP'ê ya Şirnexê Hasîp Kaplan, Serokê BDP'ê Şirnexê Bakî Katar, Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren, şaredarên herêmê, endam û rêvebirên BDP'ê jî tev li şahiyê bûn. Xwepêşandanên li wir heta derengiya şevê dom kir. Di heman demê de li Navenda Huner û Çanda Mem û Zînê de şanoya bi navê Xal û Xwarzî hate lîstin. 6'emîn Mîhrîcana Huner û Çanda Cizîrê dê êvarî bi konsera vebûnê bidome.